ManşêtNûçe

Şandeya Amerîkayê serdana bakur û rojhilatê Sûriya kir

Şandeya Amerîkayê yê taybet ji bo herêmê Nicholas Grainger serdana bendava Tebqayê kir û rewşa bendavê û bandora girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, li ser bendavê şopandin.

Şandeyê payebilind ê hikumeta DYA`yê yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nicholas Grainger tevî şandeyeke dîplomasî serdana bendava Tebqayê kir. Bi Rêveberiya Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.

Grainger di serdanê de, aliyê fenî yê bendavê nas kir. Nivîsgeha Enerjiyê ji şandeyê re rewşa bendavê, turbînan û mekanîzmeya xebitandina wan, encamên trajedîk ên berdewamkirina kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk, berovajî lihevkirina sala 1987`an a di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de şîrove kir.

Ji dema vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji herêma Firatê sala 2019`an, ev cara yekemîn e ku şandeyê amerîkî, serdana navendên stratejîk ên li ser bendava Firatê dike.

Back to top button