ManşêtNûçeSûriya

Kovan Keno: Em insiyatîfa Rêveberiya Xweser gaveke erînî û pîroz dibînin   

Tevî konferans û civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê tên li dar xistin ji “Astanayê heta Cinêvê”, alozî kurtirbû û hemû nîşan dide ku rewşa sûriyan di hundir de xirabtir dibe, di çarçoveya van şertûmercên bi êş ku Sûriya tê de derbas dibe Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriya însiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriya pejirand ji bo parastina ewlehiya xaka wê û çarenûsa pêkhateyan, li ser vê însyatîfê sekertêrê giştî yê Partiya Roja Demokrtîk Kurdî Sûrî Kovan Keno ji malpera Elktronîk ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD axivî û got:

Wekî tê zanîn piştî kirîza Sûriya û ji destpêka 2011’an gelê Sûriyeyê hate piştguh kirin ji aliyê rêjîma Sûriyeyê di encamê de kirîza wê zêdetir gurbû û bi sed hezaran ji gelê Sûriyeyê şehîd ketin û bi melyonan kes penaber bûn.

Kovan Keno wiha domand: Ji bo ku aloziya Sûriyêyê bi dawî bibe li ser gelek maseyan hatin li dar  xistin weke civîna “Cinêvê û komîta destûrî” li gelek civînên din bi armanca çareserkirina vê kirîzê lê mixabin tu encam ne hatine girtin ji van civînan,û heya roja me ya îro jî tu careserkirin ne hatin dîtin.

Em weke Partiya Roja Demokrat kurdî di Suriyê de em ciyê xwe di encumena Suriya Demokratîk de digirin û insiyatîfa rêveberiya xweser gaveke erînî û pîroz dibînin bo tevayî gelê Suriyê da ku gelê Sûriyeyê ji vê kirîzê xelas bibe.

Di dawiya axaftina xwe de sekertêrê giştî yê Partiya Roja Demokrtîk Kurdî Sûrî Kovan Keno got; wekî Partiya Roj bi hêvî ne ku hukumeta Suriyê li ser vê insyatîfê erê bike û hemû hêzên demoqras û niştimanî yê ser riwê erdê ku em hemî bi hevra alîkar bin da ku vê kirîzê bi dawî bikin.

Back to top button