ManşêtNûçeSûriya

Luqman Ehmê: Insiyatîfa Rêveberiya Xweser çareserkirina demokratîke ya aloziya sûriyeyê ye

-Insiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bingeha projeya wê ye, li ser esasên bingehîn avabûye û ew e ku diyalog çareseriya “Sûrî-Sûrî” bin.

-Rêveberiya xweser ji despêka avavkirina xwe ve hewil dida ku kirîza sûriyê di çarçoveya xwe ya “Sûrî-Sûrî” de çareser bike.

Ev yek di hevpeyvîneke taybet de li gel hevserokê Partiya Kesk ya Demokrat “Loqman Ehmê” bi malpera Elktronîk ya rojnameya Yekîtiya Demokrat PYDê re hat û derbarê vê insiyatîfê de Luqman Ehmê got: insiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tê bêyî dûrxistina ti pêkhateyan, û bang li hemû aliyan dike ku niştimanperweriya demuqrat di hundirê Sûriyê de ji bo li ser maseya diyaloga çareserkirina êşa doza ku Sûriyê ji wan dikişîne, ku bûne sedema aloziyê di sûriyê de, bêyî destwerdana derve.

“Ehmê” di vê çarçoveyê de eşkere kir: Lê hêzên curbicur ên ku berjewendiya wan bi hêzên derve re heye, hertim hewl didin çareseriyeke derve hebin, lê di hemû nîşanan de bi têkçûna çareseriyên derve dikin, lewra Rêveberiya Xweser û aliyên damezrêner ên vê rêveberiyê çi dikin. hêzên niştimanî yên tê de pêşniyar dikirin, ya rast bû, eger aliyên din bala xwe bidana prensîba bingehîn, ku çareseriya Sûrî-Sûrî ji kirîza Sûriyê re berî demeke dirêj çareser bibûya, emê negihîştana ev rewşa koçberiya bi milyonan Sûrî, wêrankirina jêrxanê û tiştên din ku li Sûriyê qewimîn.

Luqman Ehmî di bîne ku kirîza Sûriyê mijareke mafên pêkhateyên gelê Sûriyê ye, li Sûriyê gelek mijar hene divê bi rengekî demokrat were çareserkirn û naskirina wê weke doza kurd, da ku em karibin Sûriyeyeke demokratîk ku her kes tê de hevdû qebûl bike û wekheviya di navbera hemû pêkhate û gelên di nav wan de pêk bîne, ava bikin.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat “Luqman Ehmê” di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê hêzên niştimanî yên demokratîk li Sûriyê niha û ne sibe bicivin û li ser mijarên ku gelê Sûriyê rastî wan tên û mafên gelê Sûriyê gotûbêj bikin.

Back to top button