ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Şamê kir ku helwesteke berpirsyar nîşan bide

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Reqayê daxuyaniya çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Aloziya siyasî ku piştî tevgera gel a şoreşgerî di sala 2011`an de li Sûriyeyê dest pê kir, ew jî encama kombûn û paşguhkirinê bû ku 12 sal di ser re derbas bû, didome. Tu encamên pratîkî heta niha nehatine bidestxistin. Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku ji sazî, rêveberî, partî, hêz û rêxistinên demokratîk pêk tê, li gorî pîvana berpirsyariya me li hember gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê, li gorî  pîvan û nêrînên siyasî yên MSD`ê ku dixwazin çareseriyeke siyasî peyda bikin, her wiha di demekê de ku hewldanên xurt di vê çarçoveyê de têne kirin, em ji bo peydakirina çareserkirineke aştiyane û demokratîk ji aloziya li welatê me Sûriyeyê dest bi vê însiyatîfê dikin da ku êş û zehmetiyên bi milyonan gelê xwe bi dawî bikin.

Di nava çend salên aloziyê de ku aliyên siyasî, aborî û civakî girte nava xwe, bi sed hezaran ji gelê me jiyana xwe ji dest da û neçarî koçberiyê bûn, li Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hin parçe û herêmên din ên Sûriyeyê derketin derveyî welat û bûn penaber.

Her wiha bi milyonan gelê me li welatên derve rastî kirinên dermirovî hatine û tên. Erdheja ku li Sûriyeyê û Tirkiyeyê di 6`ê Sibata borî de çêbû, bi xwe re birînên koçber û penaberên sûrî kûrtir kirin. Gelê Sûriyeyê yê penaberî Tirkiyeyê bûye ji zêdetir beşên civakî ku zerar ji ber erdhejê dîtin. Ew kes ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve ku ji aliyê AKP`ê ve bi rê ve diçe, rastî cudakarî û îşkenceyê jî hatin. Îro li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê gelê Sûriyeyê rastî pirsgirêk û gelek zehmetiyan ji aliyê jiyanî, tenduristî û civakî tên, ji bilî birçîbûn, xizanî, bêkarî, nîjadperestî, bêaramî û bêewlehî ku erdhejê ev yek zêdetir kir.

Gelê me yê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê nabe ku di nava vê rewşa mirovî ya karesatî de asê bimîne. Ew li hêviya çareseriyeke aştiyane û lezgîn in ku aramî û ewlehiyê ji wan re misoger bike, her wiha pêşerojeke demokratîk û jiyaneke aram di welatê wan de peyda bike.

Li gorî vê yekê divê hemû hêzên siyasî yên berpirs ji bo bidestxistina gavên pêwîst û dîtina çareseriyeke hevbeş li gorî pîvana diyalog, hevkarî û erêkirinê bixebitin.

Li gorî naskirina me di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji miqdarê berpirsyariya me li hember gelê me yê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê, em hewl didin gavên pêwîst ji bo çareserkirina aloziyê, pêkanîna aştî û aramiyê, nexasim ku heta vê kêliyê tu însiyatîf û platformên navneteweyî û herêmî mîna Cinêv, Astana, komîteya destûrî û hwd tu encam ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi dest nexistine, bixebitin. Ev jî girêdayî van sedaman e:

1-Tunebûna nirxandin û şîrovekirina rast a aloziya Sûriyeyê.

2-Nederxistina bernameya çareseriya aştiyane û demokratîk.

3- Nebeşdarbûna hemû hêzên aktîf ên Sûriyeyê di diyalogê de û israra li ser çareseriyên ku ji derve hatine pêşkêşkirin.

Her wiha binketina serdestiya Sûriyeyê ku di pêkanîna rola xwe ya erênî de ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re peyda bike. Ji ber wê jî diviyabû ji destpêkê ve lêgerîn der barê wekheviya aştiyane ji aloziyê re û vexwendina hemû aliyên ji bo çareserkirina wê, lê ew li derveyî vê pîvanê ma û ew jî çareseriya dawîn û dirêjkirina aloziyê bû. Vê yekê jî zehmetiyên gel zêde kirin.

Li gorî vê yekê divê çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re ji hundir ve were dîtin û divê hikumeta Sûriyeyê helwesteke berpirs diyar bike û tedbîrên pêwîst ji bo serxistina çareseriyê werin girtin.

Girîng e ku ji hemû hêzên siyasî (partî, rêxistinên jin û ciwanan) di diyarkirina pêşeroja rêveberiya welat û şeklê wê li Sûriyeyê, girîngiya vê mijarê di pêkanîna aştî û aramiyê de pir girîng e.

Sûriye welatê hemû pêkhateyên wê ye. Ji ber wê jî ji bilî diyarkirina pêşeroja wê û çareserkirina aloziya welat li pêşiya wê rê tune ye.

Ji bo pêkanîna vê yekê jî divê ev tişt were diyarkirin:

1- Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de teqeziyê li ser yekitina xaka Sûriyeyê dikin û baweriya me heye ku nabe pirsgirêkên li Sûriyeyê derveyî çarçoveya yekitiya welat, were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de û bi armanca pêkanîna çareseriyê em teqez dikin em ji bo hevdîtina bi hikumeta Sûriyeyê û diyaloga bi wê û hemû aliyên Sûriyeyê re ji bo şêwermend û nîqaşkina pêşkêşkirina însiyatîfan her wiha dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re.

2- Tunebûna siyaseta demokratîk û civakî her wiha tunebûna itîrafa bi taybetmendiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê û mafên wan ku ew jî bingeha aloziya Sûriyeyê ye (mezheb, kom) ku taybetmendî û mafê wan di welatbûyîn û wekheviyê de heye. Hin beşdarên welatparêz û taybetmendiya wan divê werin erêkirin û rêzdariyê bidin wan. Ew jî bingeha hevgirtina niştîmanî ye. Ji ber yên wê jî divê çareseriyeke demokratîk ku hemû beşên civakê bi rêya bawerî û itîrafa bi mafên rewa yên hemû pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan û Asûr) û yên ol ku civaka sûrî ji wan pêk tê, parastina mafên komî yên van pêkhaateyan, pêxistina nirx û mekanîzmeyên demokratîk, avakirina sîstemeke rêveber, siyasî, demokratîk, pirreng û ne navendî ku mafên her kesî bêyî cûdahî diparêze, beşdar bibin.

3- Bi rêya tecrubeya sîstema demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, hate teqezkirin ku hemû gelên herêmê dikarin hemû mafan bidest bixin, bi azadî bijîn. Ev jî di nava atmosfereker aramî û ewlehiyê de. Her wiha îsbat kir ku gel dikarin bi rêya rêveberiyên xweser pirsgirêkên xwe çareser bikin û ew jî bi rêya pêkanîna şopandina welatiyan bi awayekî raste rast ji rêveberina herêmên xwe re da ku li hember zehmetî û pirsgirêkan bisekinin.

Ev yek hate teqezkirin ku hevgirtina civakî, demokratîk û aramî bi rêya beşdarbûna hemû aliyên siyasî, çandî û civakî di rêveberiyan de, hate bidestxistin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev nimûneya civakî, demokratîk û ekolojîk ku li ser esasê azadiya jin û parastina ekolojiyê hatiye avakirin û li herêmên pêk tê, têrê dike ku bibe bingeha sereke ya gihaştina çareserkirina aloziya Sûsriyê ye. Ew jî çareseriyên serkeftî ji hemû dozen ku civaka Sûriyeyê ji ber wan zehmetiyan dibîne, pêşkêş dike.

4- Em teqez dikin ku zengînbûn û çavkaniyên aborî yên heyî divê bi awayekî wekhev li hemû herêmên Sûriyeyê werin belavkirin. Ji ber çavkaniyên heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna (Petrol, gaz û berhemên çandiniyê) mîna hemû çavkaniyên heyî li herêmên din ên Sûriyeyê ye û ew jî milkê hemû gelê Sûriyeyê. Em careke din teqez dikin ku divê ev çavkanî bi rêya lihevkirina bi hikumeta Sûriyeyê re û bi rêya diyalog û lihevkirinê, beşdar bibin.

Ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke ji şêniyan re, gihaştina çavkanî û alîkariyan ji hemû herêman re divê deriyê Yarûbiyê (Til Koçer) ê gumrikê û deriyên din jî werin vekirin. Ev yek jî dikeve ser milê hikumeta Sûriyeyê ku mirov dikare çareseriyeke baş li gorî her kesî û li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê li her deverê.

5- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca kêmkirin û sînordarkirina pirsgirêk û zehmetiyên li hember gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên ku ji herêmên xwe koçber bûne yan jî koçberî derveyî welêt bûne û bidawîkirina zehmetiyên mirovî û li gorî derfetên xwe de amade ye wan hembêz bike û werbigire. Her wiha ji destpêka damezrandina xwe heta niha welatiyên Sûriyeyê yên din jî wergirtin. Li gorî vê yekê wê tedbîrên pêwîst bigire.

6- Em teqez dikin ku têkoşîn û xebatên me yên şerê li dijî terorê de li dijî terora rêxistinên terorîst ên DAIŞ’ê û yên din, berdewam e û dê berdewam bike. Her wiha ji tunekirina gefên li ser Sûriyeyê, herêm û tevahî cîhanê. Me berpirsiyariya xwe li dijî xeteriya van rêxistinan li şûna tevahî cîhanê bi rêya berdêlên hatine dayîn û bi hezeran şehîd û birîndar çêbûn, pêk anî.

7- Hikumeta Tirkiyeyê ya dagirker aloziya Sûriyeyê kûrtir kir, xaka welat û yekitiya wê parçe kir, destek û pişgirî da komîn terrorist mîna DAIŞ`ê û komên din. Hikumeta Tirkiyeyê destwerdana Sûriyeyê dike da ku çavan ji ser aloziya xwe ya hundirîn bigre û pirsgirêkên xwe bi rêya binpêkirin, êriş û bikaranîna komên terrorist û çeteyan di pêkanîna armancên xwe de, bikar tine.

Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk zehmetiyên mirovî çêbûn û maf bir û destek da komên terorîst ên weke DAIŞ û yên din. Destwerdana dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê, ji bo balê ji krîzên xwe yên navxweyî dûr bixe û pirsgirêkên xwe derdixe welatên cîran, bi êrîş û bikaranîna komên çete û terorîstî ji bo bicihanîna armancên xwe, hat. Kiryarên êrîşkar ên dewleta Tirk ên bi armanca guhertina dem hatin binpêkirin û ev yek nayê qebûlkirin ji ber armanca wê guhertina demografiya şêniyên herêmê ye.

Sedemên hemû pirsgirêkên li ser sînorê Sûriye -Tirkiyeyê ji ber siyaset û kiryarên dijminahî yên hikûmeta AKP- MHP`ê ne ku dixwaze bandorê li siyaseta navxweyî ya Sûriyeyê bike û rewşa jinûve li gorî berjewendiyên xwe biguhere. Bihane û belgeyên hikûmeta AKP- MHP`ê di dijminatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji rastiyê dûr in. Hewldana kuştina Fermandarê Giştî yê QSD’ê li Silêmaniyê belgeya herî zelal a vê yekê ye. Bêguman tu dijminatiya me bi gelê Tirkiyeyê re tune ye. Divê dewleta Tirk dagirkirina xwe ji xaka Sûriyeyê bidawî bike. Ji ber em dixwazin bi Tirkiyeyê û hemû welatên derdor û gelên wan re bi aştî bijîn. Lê em careke din teqez dikin ku heger dewleta Tirk êrişî gel û xaka me bike, em ê dê mafê xwe di parastina rewa de bikar bînin.

8- Bi armanca pêşxistina çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyeyê, di serî de em bang li dewletên ereban, Netewên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî yên ku di mijara Sûriyeyê de çalak in, dikin û em bang li hemûyan dikin ku roleke erênî û bi bandor ku di destekê bide peydakirina çareseriyeke hevbeş bi hikûmeta Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û hêzên niştimanî yên demokratîk re, bilîzin.

9- Em careke din teqez dikin, ji bo çareserkirina aloziyê û di çarçoveya yekitî û aramiya Sûriyeyê de, pêşxistin û pêkanîna çareseriyeke siyasî, ji bo pêşeroja Sûriyeyê û parastina berjewendiyên gelê wê, nêzîkatiyeke me zelal ji bo çareseriyeke guncav û li gorî pîvana diyalog û lihevkirineke pêşerojî, heye, em vê însiyatîfê li ser bingeha niştîmanî pêşkêş dikin. Em bang li her kesî dikin ku beşdar bibin û di pêvajoya heyî de destekê bidin vê yekê. Ev jî ji bo xebat û hewldanên çareserkirin û bidawîkirina şer bi lez bibe her wiha ne li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê (2254) û hemû biryarên navneteweyî yên girêdayî wê be. Her wiha em ji bo nîqaşkirina hemû nêrîn, projeyên çareserkirinê û serarastkirina hemû tedbîrên pêwîsdt da ku hemû aliyan hembêz bikin û dest bi nîqaşên diyalog û çareseriya niştîmanî, amade ne.

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, me berpirsyariyeke dîrokî û mirovî girtiye ser milê xwe. Em baş dizanin ku bi sed hezaran gelê me jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan welatiyên me rastî rewşên jiyanî yên zehmet tên. Ji vê bingehê, em bang li hikumeta Sûriyeyê û hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk dikin ku bersiva însiyatîfa me bikin û ji bo çareseriyeke hevbeş ku aloziyê bi dawî bike û zehmetiyên gelê Sûriyeyê sînordar bike, bixebite da ku em ji bo avakirina welatê xwe ji nû ve li hev bikin.”

ANHA

Back to top button