ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Em dikarin di çareya siyasî roleke erênî bilîzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hewldanên dewletên Ereban ên li ser çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Wiha di daxuyaniyê de hat:

“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgerên navneteweyî û erebî yên ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê dişopîne. Her wiha girîngiyê dide rola Ereban ku di çend mehên borî de ji bo vê yekê çalak bûn. Civînên girîng li dar ketin û tevgerek ji bo çareserkirina dozên girêk heye. Em bi hêvî ne ew hewldan çareyeke siyasî li welat pêk bînin.

Biryara 8914’an ku wezîrên karên derve yên dewletên Komkara Erebî di 7′ê Gulanê de ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî daye, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşwaz dike. Nexasim ev biryar xwe dispêre erêkirina hikumeta Sûriyeyê ya têkildarî encamnameyên civîna Emanê ku di 1′ê Gulanê de li dar ket.

Vegerandina Sûriyeyê li nava Ereban û kûrahiya wê ya stratejîk ji bo berjewendiya Sûriyeyê ya giştî xwedî girîngiyeke mezin e, lê divê ev yek li pêş çareya siyasî ji krîza Sûriyeyê re ku derbasî sala xwe ya 13′yemîn bûye, nebe bend. Lê berovajî wê divê bibe gaveke girîng ji bo xebata siyasî li Sûriyeyê. Em bi hêvî ne Komkara Erebî roleke aktîf di vê yekê de bilîze.

Rêveberiya Xweser di beyannameya xwe ya siyasî de ku di 18′ê Nîsana 2023′yan de pêşkêş kiriye, bang kir ku divê dewletên Ereban û NY′yê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de û nêzîkbûna nêrînên sûriyeyiyan de roleke erênî bilîzin. Her wiha di navbera dosyaya Sûriyeyê û dewletên Ereban de, di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên Ereban de dozên hevbeş hene û di çarçoveya gihaştina çareyeke siyasî ya giştî de divê xebatên hevbeş werin kirin.

Li gorî xalên sabît ên neteweyî yên parastina yekitiya Sûriyeyê û avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî ku me berê jî di beyannameya xwe de aniye ziman, em biryara vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî pêşwaz dikin û bi gaveke erênî nîşan didin. Em bi hêvî ne asoyên têkiliyê bên vekirin û xebateke hevbeş bi hikumeta Sûriyeyê û hêzên Sûriyeyê yên bi çareya siyasî yên demokratîk bawer in û bi dewletên Ereban re pêk bê.

Em dikarin di çareya siyasî de roleke erênî bilîzin, ji ber ku li gel me derfetên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî hene. Em bang li dewletên Ereban dikin ku têkiliyê bi hemû sûriyeyiyan re deynin, ne tenê bi aliyekî re. Ji ber ku pêdiviya çareya siyasî bi lihevkirina giştî heye.

Em amade ne bi dewletên Ereban û NY′yê re li ser dozên bingehînên ku hewldanên hevbeş ên têkildarî têkoşîna li dijî terorê, hişbirê û dosyaya penaberên Sûriyeyî li dewletên cîran tên xwestin, xebatê bikin.

Em bi hêvî ne êşên gelê Sûriyeyê di salên borî de kişandine, bi dawî bin û em ê hemû hêza xwe di pêkanîna ewlehî û çareya siyasî de pêk bînin. Da ku welatiyên Sûriyeyî bi hemû pêkhate û etnîkên xwe bigihêjin jiyaneke birûmet.”

Back to top button