ManşêtNûçe

Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo parastina her dengekî, hêza me ya herî mezin piştgiriya gel e

Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser tevdîrên ji bo ewlehiya hilbijartinê û wiha hat gotin: “Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine. Daxuyaniyên partiya me yên li dijî manîpulasyonan bi baldarî guhdar bikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya ewlehiya hilbijartinê de Navenda Şopandin û Koordînasyona Hilbijartinê ku ji hevserokên giştî, hevberdevkên Partiya Çepên Kesk, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û rêveberên partiyê pêk tê ava kirine. Daxuyanî wiha dom kir:

Tevî êrişên îktîdara AKP-MHP’ê ku tevahiya derfetên dewletê ji bo kampanyaya xwe bi kar tîne jî me xebatên pir baş û berhemdar kirin. Bêyî ku guh bidin binçavkirin, girtin û astengkirinan, em bi saya piştgiriya gelên xwe û keda xwe kolan bi kolan, gund bi gund geriyan û me xebat meşandin û dimeşînin. Em baş di ferqa fikarên gel ên têkildarî hîle û lîstikên îktîdarê yên ji bo hilbijartinê de ne. Tevî hîleyên îktîdara AKP-MHP’ê jî em ê sindoqan biparêzin. Li dijî her cureyên provakasyonên îktîdarê em ê bi aqilane tevbigerin û dê sindoqan neterikînin. Em ê nehêlin tenê yek dengê me bidizin û dê nehêlin vala biçe.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû:

Me hîleyên îktîdarê nirxandin û li gorî wê tevdîr girtin. Dê zêdetirî 100 hezar partiyiyên me yên dilxwaz di roja hilbijartinê de sindoq û dengan biparêzin. Li gel dilxwazan, her wiha 3 hezar hiqûqnasên me ku dê mudaxaleyî nelirêtiyan bikin û îtîraz bikin hatine peywirdarkirin. Komîsyona Karên Hilbijartinê jî di asta navçe-bajaran de dê girtekên bi îmzeya şil teqez bigire û vê li databasê zêde bike. Komîsyona me ya navendî dê bi awayekê hemwext daneyên li databasa YSK’ê hatine barkirin bişopîne. Heke di navbera daneyên YSK û daneyên me de hevnegirtinek çêbibe, dê tavilê bên tespîtkirin û ji bo sererastkirina daneyan pêvajoya îtîrazê bê destpêkirin. Di vê hilbijartinê de partiya me dê bi awayekî hemxwest kontol û venihêrîna sindoqan bi awayekî sêalî bişopîne. Di vê mijarê de me hemû amadekariyên xwe kirine.

Em banga li her kesî dikin ku xwedî li sindoqan derkevin. Li dijî encamên manîpulatîf ên îktîdarê û medyaya wê, bila her kes daxuyaniyên Navenda Koordînasyonê ya partiya me bişopîne û van daxuyaniyan esas bigire. Ji bo parastina her dengekî, hêza me ya herî mezin piştgiriya gel e. Divê her kes weke peywirdarê sindoqê û muşahit bixebite, hevalên me yên peywirdarên fermî bi tenê nehêlin. Ev yek pir girîng e. Bi vê zanebûnê em dibêjin em ê bi hev re biguherînin. Ji bo we serkeftinê dixwazin.”

Back to top button