ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Fransayê kir ku berpirsên vê êrişê eşkere bike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di demekê de ku gelê me teror têk bir û hîna li dijî wê tê dikoşe, êrişa li dijî Komeleya Çanda Kurdî ya li Fransayê destekê dide terorê da ku hêza xwe komî ser hev bike û ji nû ve siyasetên xwe li dijî sivîlan û cîhanê bi giştî pêk bîne. Ev êrişa terorî komkujiyek e, ji ber ku di naveroka xwe de rûyekî din ê qirkirinên li dijî gelê me nîşan dide. Komkujiyên ku heta roja me ya îro bi awayên cuda dewam dikin, wekî berdewama mîrateya dîrokî ya hêzên ku şerê pêkhateyên gelê me û têkoşîna wan a ji bo xurtkirina jiyana hevbeş û aştiyê ye.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku kesên ku ev êriş pêk anîne, bi rêgezên qirkirina pêkhateyên gel re disekinin an jî xwediyên van rêgezan in.

Rêveberiya Xweser êrişa li dijî komeleya çandê ya Kurdan şermezar kir û wek êrişeke terorê bi nav kir. Her wiha bang li hikumeta Fransayê kir ku tavilê berpirsên vê êrişê eşkere bike û encamên lêpirsînê ji raya giştî ya kurdî û ya cîhanê re eşkere bike.

Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Fransayê jî kir û wiha da zanîn: “Hêrsa gelê me ya li dijî vê kiryara terorî fêm bike, tundiyê li dijî gelê me yê ku banga hesabpirsînê ji qatilan dike, bi kar neyne. Em teqez dikin ku em bi rêgezên Komara Fransayê û hewldanên wê yên pêkanîna demokrasiyê û rola wê ya tunekirina terorê bawer in. Ji ber ku Fransa endameke Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞʹê ye û hevkareke QSDʹê ya têkoşîna li dijî DAIŞʹê ye. Em bi hêvî ne ku helwesta Fransayê li gorî vê asê be û li gorî van rêgazan nêzî bûyerê bibe.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji malbatên şehîdên komkujiyê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Back to top button