Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervin Buldan û Mithat Sancar êrişa li Parîsê şermezar kirin û vê bangê kirin: “Divê rayedarên Fransayê demildest qetlîamê ronî bikin.”
HEVSEROKÊN HDP’Ê
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar gotin, “Em bi xemgînî hîn bûn ku di êrîşa hovane ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê de 3 Kurd hatine qetilkirin û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin, em ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”
Hevserokan ji rayedarên Fransayê xwestin ku bila sûcdaran eşkere bikin û agahiyên zelal bidin raya giştî.