Rêjîma Tirk a dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê didomîne
Rêjîma Tirk bi riya Artêşa xwe a dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê, kolandina xendeqan, avakirina bareghên leşkerî li derdora Efrînê dewam dike. Çavkaniyan diyar kirin ku armanca dagirkeran ku dîwarekî bi dirêjahiya 70 km lê bike.
Artêşa Tirk a dagirker ji beriya du heftiyan ve dest bi kolandina xendeq û lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora gundên Şêrawa ji Meryemîn û heta Kîmar dike, her wiha malên sivîlan jî dirûxîne.
Li gorî agahiyan ku arêtşa Tirk a dagirker şevê din 23`ê Nîsanê 2 mal li gundê Cilbirê (Cilbil) rûxandin. Beriya niha jî 15 mal, dibistana gund û hawizê avê rûxandin da ku Ii şûna wan baregeheke leşkerî ava bike û dîwar çêbike.
Ajansa HWAR (ANHA)`yê rûxandina malên gundê Cilbirê û li şûna kolandina xendeqan, şopand, artêşa Tirk a dagirker gundê Cilbirê dike 2 parçe û piştî malên gund rûxandin dîwar di nîvê gundê de danî.
Dagirkeriya Tirkiyê heta niha dirêjahiya dîwar bûye hezar metre wekî beş bi beş ji gundê Meryemîn heta Cilbirê û Kîmar.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê derbarê niyeta dagirekran ku dîwarekî bi dirêjahiya 70 kîlometere di hundirê xaka Sûriyê de û bi taybet derdora kantona Efrînê, daxuyaniyek da.