ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Xelatgerên Nobelê, banga rakirina tecrîda li ser Ocalan kir

Bi dehen kesên ku xelata Nobelê di beşên wekî fîzîk, kîmya, aborî, tenduristî, wêje û aştiyê de wergirtine, peyameke hevbeş der barê rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ragihand.

Peyama ku di Çileyê de hate belavkirin, di 18`ê Nîsanê de hat nûkirin. Li ser vî esasî  Adolfo Pérez Escival, Betty Williams, Desmond Tutu, FW De Klerk, Judy Williams, José Ramos-Horta, Lima Roberta Gaboi, Maired Corrigan Maguire, Oscar Arias, Abadî, Şêrîn û gelek kesên din ku xelat wergirtine, banga rakirina tecrîda li ser Ocalan kir.

Peyama xelatgirên xelata Nobelê wiha ye:

“Em wek kesên ku di beşên cuda de xelatên Nobelê wergirtine, bang li hikumeta Tirkiyê û civaka navdewletî dikin ku di vê qonaxa zehmet de yekser tecrîda li ser Ocalan rakin û girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyê de serbest berdin.”

Di gel rakirina tecrîdê, em piştgiriya xwe ji parlemantera Kurd Leyla Guven, hemû parlamenterên Kurd, bi sedan têkoşer û çalakgerên greva birçîbûnê ku roj bi roj da ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, tenduristiya wan xerabtir dibe, radigihînin.

Di heman demê de em wek kesên ku xelatên Nobelê wergirtine, Vexwendina Navneteweyî ya ku di 18`ê Nîsanê hate destpêkirin, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û  serbestberdana girtiyên siyasî de erê dikin.”

Back to top button