ManşêtNûçe

“Sosyolojiya Azadiyê” bi zimanê Fransî

“Sosyolojiya Azadiyê” cilda sêyemîn a “Manîfestoya Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê weşanxaneya Editions du Croquant ve bi zimanê Fransî derket.

Berê du cildên ewil ên rêzenivîsa “Manîfestoya Civaka Demokratîk” bi navê “Serdema Xwedayên Bi maske û Qralên Bi Perde” û “Serdema Xwedayên Bê maske û Qralên Tazî” bi zimanê Fransî hatibûn çapkirin.

Nûnerê komîteya wergerê di daxuyaniya xwe ya ji ANF’ê re diyar kir ku ew bi serbilindî berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandine Fransî. Her wiha hat parvekirin ku du cildên mayî yên rêzenivîsa “Manîfestoya Civaka Demokratîk” di demeke nêz de wê bi zimanê Fransî bên çapkirin.

Berhema ku niha tenê li ser malperên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û weşanxaneya Editions du Croquant tê firotin, wê ji 9’ê Cotmehê pê ve li platformên navneteweyî yên wekî Amazon, FNAC, Gibert û pirtûkfiroşên Fransî bên firotin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza avaker û hilweşandin ya aqilê, têkiliya di navbera aqil û ehlaq, aqil û bawerî, ehlaq û dînamîkên civaka exlaqî de radixe ber çavan. Di pirtûkê de li aliyek di warê dîrokî û civakî de destkeftî û şikestinên hêzên dij-sîstemê dinirxîne û li aliyê din pirsgirêkên bingehîn ên sedsala 21’an jî bi arasteyên fikrî, exlaqî, siyasî û têkoşînê têne destgirtin.

Back to top button