ManşêtNûçe

KNK′ê banga tevlêbûna çalakiyên salvegera Serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ kir

KNK di salvegera serhildana bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK′ê. KNK′ê bang li hêzên cîhana demokratîk jî kir ku gelên Îranê tenê nehêlin û li hember despotan destekê bidin çalakvanan.

Daxuyanî wiha ye:

′Salek pêş niha bi îşkenceyek hovane keça Kurd Jîna Emînî, ji teref hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Piştî vê buyera hovane li Rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengîya jinan de, bi diruşma “Jin – Jiyan – Azadî” gelên Îranê rabîn ser pêyan û li hember zext û zilma rejîmê xwepêşandanên girseyî û mezin pêk anîn. Di van xwepêşandanan de hêzên rejîmê bi awayeke hovane êrişê çalakvanan kirin û di van êrişan de sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, hezaran kes birîndar bûn û deh hezaran kes jî hatin girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wan nediyar e, her wiha gelek çalakvan hatin îdamkirin û ev îdam hêjî berdewam in<span “=”” style=’box-sizing: border-box; overflow-wrap: break-word’>.

Eve ji 40 salan zêdetire Komara Îslamî ya Îranê, di sêrî de mafên jinan û mafên demokratîk yên hemû gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran di sêrî de ji bo jinan û ji bo hemû gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê ne rehet in, ne razî ne û dawiya azadî û welateke demokratîk dikin. Ev xwepêşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne<span “=”” style=’box-sizing: border-box;overflow-wrap: break-word’>.

Em weke KNK′ê, taleb û xwestinên gel ên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibînin, piştgirî didin xwepêşanderan û hemî çalakvanan. Her wiha em êrişên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dikin<span “=”” style=’box-sizing: border-box; overflow-wrap: break-word’>.

Niha em di pêvajoya salvegera Şoreşa Jin – Jiyan – Azadî de ne û salveger di 16′ê Îlonê de ye. Li hundir û li derve gelên Îranê xwe ji salvegerê re amade dikin. Partiyên Kurdistanî yên Rojhilata Kurdistanê jî bi yek dengî heman bangê dikin. Yekdengîya hêzên Kurdistanî me dilxweş dike. Em jî weke KNK′ê, bang li hemî Kurdan û hemî gelên Îranê dikin ku di salvegerê de tevlî çalakiyan bibin û bi hemî awayî xwedî li Şoraşa Jin – Jiyan – Azadî  derkevin. Her wiha em bang li hêzên cîhana demokratîk jî dikin ku gelên Îranê tenê nehêlin û li hember despotan destekê bidin çalakvanan<span “=”” style=’box-sizing: border-box; overflow-wrap: break-word’>.

Tam jî di vê demê de gefên dewleta Îranê li ser hêzên Kurdistanî zêde bûne. Îran gefan li hêzên Rojhilata Kurdistanê dike ku heta 19′ê Îlonê çek danin û baregehên xwe yên li Başûra Kurdistanê vale bikin. Ev rewşeke xetrnake û nayê qebûlkirin. Li ser vê mijarê peymana di navbera Îraq û Îranê de hatî çêkirin û daxuyanîyên vê demê yên hikumeta Îraqê jî, vê rewşa xeter kûrtir dike. Divê hikumeta Îraqê û taybetî jî rêvebriya Herêma Kurdistanê, nekevin dabên Îranê û vê rewşê qebûl nekin<span “=”” style=’box-sizing: border-box; overflow-wrap: break-word’>.

Bi vê munasebetê, em bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên li Rojhilata Kurdistanê dikin ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêk bînin û li hember êrişan tev bigerîn. Her wiha em bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê jî dikin ku ji bo avakirina welatek azad û democrat eniyekî hevbeş pêk bînin û li hember rejîmê bi yek deng derkevin<span “=”” style=’box-sizing: border-box;overflow-wrap: break-word’>.

Em weke KNK′ê carek din diyar dikin ku em cihê xwe li gel li gelê me yê Rojhilata Kurdistanê û gelên Îranê digrin. Her wiha em bang li hemî Kurdistaniyan dikin ku gelê Rojhilata Kurdistanê tenê nehêlên û tevlî çalakiyên salvegera Şoreşa ′Jin,  Jiyan, Azadî′ bibin<span “=”” style=’box-sizing: border-box; overflow-wrap: break-word’>.′′

 

Back to top button