ÇalakîManşêt

Nûnertiya PYD û Rêveberiya Xweser: Divê demlidest nûnerên me serbest bên berdan

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat û Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya li herêma Kurdistanê civîneke çepemeniyê li dar xistin li bajarê Silêmaniyê, di civînê de daxuyaniyeke hevbeş hat xwendin ji hêla nûnera Rêveberiya Xweser Nûrşan Hisên, di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin li ser eşkerekirina çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hisên û endamên Partiya Yekîtiya Demokrat Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz  ku li balafirgeha Hewlêrê di 10’ê Hizêranê de hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

JI BO RAYA GIŞTÎ

Di 10’ê Hezêranê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên têkliyên partiya PYD’ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li balafirgeha Hewlêrê dema ku mêvan pêşwazî dikirin, ji aliyê asayîşa balafirgehê ve hatin binçavkirin û radestî asayîşa giştî bûn. Ji wê rojê û heya îro, ev bûye hefteyeke tu agahî ji wan nehatiye û tu pêwendî bi wan re çê nebûye. Gihêştiye asteke wisa ku em ji jiyana wan bi goman in.

Di pêvajoyeke wisa metirsîdar û girîng de ku gelê me jiyan dike, kiryarên bi vî rengî tên wateya astengkirina xebatên dîplomatîk û siyasî. Her wiha dikevin çarçoveya hewldanên qelskirina destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistan.

Ev kiryar bi tu awayî nakevin xizmeta yekrêziya kurdî û helwesta netewî. Berovajî wê dikevin xizmeta pilangeriya neyarên kurdan, bi taybet Dewleta Tirk a ku bi hemû rêbazan dixweze dagirkeriya xwe li ser erdnîgariya Kurdistanê firheh bike.

Li ser vê bingehê em vê sûcê ku derheqê kesayetên me yên siyasî şermezar dikin û ji partiyê PDK’ê daxwaz dikin ku demlidest nûnerên me serbest berdin. Her wiha banga me ji hikûmeta Herêma Kurdistan, parlementoya herêmê, hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan ew e ku li beramberî vê bûyerê bêdeng nemînin. Hêvî û baweriya me ew e ku bi erk û berpirsyartiyên xwe yên niştimanî rabin.

Nûnertiya PYD li Herêma Kurdistan

Nûnertiya Rêveberiya Xweser Bakur Rojhilatê Sûriyê Li Herêma Kurdistan.

Silêmaniyê- 2021-6-15

                                                                                                                  

Back to top button