ManşêtNûçe

Îlham Ehmed: Êrişa li ser Efrînê ya beriya civîna NATO’yê komploya dewleta Tirk bû

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest ku beriya civîna NATO bi teqîna Efrînê re komployek çêbike lê bi ser neketiye got: “Dewleta Tirk bi bûyerên li Minbic û Efrînê re xwest careke din ‘Herêma ewle’ bixe rojevê û di civîna NATO’yê de bi destekî xurt biçe ser masê, lê planên wê li hev nehatin.”

Civîna 31’an a NATO’yê duh bi tevlîbûna 30 dewletan li Brûkselê hat lidarxistin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed der barê vê civînê de nirxandin kir.

Îlham Ehmed anî ziman ku êrişa li ser Nexweşxaneya Efrînê, gefên dewleta Tirk li ser Minbicê û gurbûna krîza Idlibê bi hev re girêdayîn e armanc jê rojevkirina ‘Herêma Ewle’ ye.

Îlham diyarkir ku dewleta Tirk beriya civîna NATO di mijara Sûriyê de tişta ku dixwast negihiştiyê û wiha nirxand: “Erdogan got ku ’em amade ne ku herêmeke ewle çêbikin’, xuyaye di vê lûtkê de avakirina ‘Herêmek Ewle’ li Bakurê Sûriyê cardin di rojeva Erdogan de bû ku deynê ser masê.

Ji bo vê bidin qebûlkirin êriş li ser nexweşxaneya Efrîn pêk anî û xistin sûkra QSD`ê.

Îlham da zanîn ku di van demên dawî de dîsa Erdogan gef li Minbicê dixwe û got; Heya niha jî dewleta Tirk dixwaze ku Minbic dagir bike.

Ji ber vê bûyerên ku li Minbicê qewimî hem dewleta Tirk, hem jî hikumeta Şamê xwestin sûd jê bigrin.

Her wiha dixwazin bêaramiyê li van herêman derbixînin û destwerdanên xwe bidin çêkirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed di dawiyê de dibêje: Li Idlibê bazarek hatiye kirin, beriya lûtkeya NATO cardin gurkirina aloziya li wê herêmê hişyareyeke hukumeta Şamê ya ji bo dewleta Tirk e.

Êdî dewleta Tirk di navbera du aliyên ji hev xirabtir de maye, divê li Idlibê û li bajarên din jî gelê sivîl bên parastin.

Back to top button