ManşêtNûçe

Nûnerê Xweseriyê li Ewropayê: Divê sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn

Şandeyeke Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tev li kongreya Partiya Karkeran a Brîtanyayê ku duşema borî li bajarê Liverpoolê li dar ketibû, bû.

Di çarçoveya kongreyê de, panelek bi navnîşan “Doza kurd û Tirkiye piştî hilbijartinan” bi beşdariya nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, parlamenterê Partiya Karkerên Brîtanyayê Lloyd Russell Moyle, parlamenterê Partiya Sinn Fein ê Îrlandayê John Finucane û parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Tirkiyeyê Cengîz Çandar û endamê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Xanim Noran hat lidarxistin.

Di panelê de Ebdulkerîm Omer behsa Rêveberiya Xweser û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Rêveberiya Xweser herêmên berfireh bi qasî sêyeka erdnîgariya Sûriyeyê bi rêve dibe. Di wan herêman de, derdora 5 milyon kes hene. Rêveberiya Xweser sala 2014`an bi tevlêbûna tevahî pêkhateyên herêmê hate ragihand. Azadiya ol û baweriyan, bi rêya pergala hevserokatiyê mafên jinan û tevlêbûna wan a çalak di tevahî qadên jiyanê û girtina biryaran de pratîze dibe.”

Omer diyar kir ku projeya wan a çareseriya siyasî li Sûriyeyê zelal e û Rêveberiya Xweser dikare bibe modela çareseriyê li seranserî welêt û gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Armanca me, avakirina pergaleke nenavendî li Sûriyeyê ye ku rêzê ji demokrasiyê û pirrengiyê re digire. Mafên welatiyan li gorî destûreke sivîl ya nû diparêze û hêviyên tevahî pêkhateyan pêk tîne.”

Omer bal kişand ser şerê ku Rêveberiya Xweser li dijî “terorê” dimeşîne û got: “Çend sal in em şerê DAIŞ`ê dikin. Ruxmî ku me karî di aliyê leşkerî de vê rêxistinê tune bike û di oxira wê de bi hezaran şehîd me dan, lê xetereya vê rêxistinê hîna li dar e. Şaneyên wê û ideolojiya wê ya tundraw li herêmên ku lê çalak in, propaganadaya rêxistinê dikin.”

Omer îşaret bi çeteyên girtî yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de kir û wiha pê de çû: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 hezar çeteyên girtî hene. Her wiha 60 hezar malbatên DAIŞ`ê di nav kampên li herêmê de ne. Heke hêzên navneteweyî bi Rêveberiya Xweser nebû alîkar û çareseriyên guncew ji doza wan re nedîtin, wê demê dê wekî bombeyeke demkî ku ne diyar e kengî biteqe bimînin. Dê encamên gelek xetere bi xwe re bînin ku dê bandorê li tevahî cîhanê bikin.”

Omer êrişên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser jî xist rojeva panelê û got: “Dewleta Tirk hewl dide ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve wê têk bibe. Destpêkê, bi rêya komên çeteyan mîna DAIŞ û komên din ev hewldan kir. Lê dema bi bin ketin, rasterast êriş herêmên me kir. Carekê bi Rûsyayê li hev kir û êriş Efrînê kir û ew dagir kir. Cara din Amerîka êrişa wê ya li dijî Serêkaniyê û Girê Spî erê kir.”

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Der barê sûcên li herêmên dagirkirî de jî Omer ev tişt anîn ziman: “Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve, bi hezaran şênî koçber bûn. Rejîma Tirk rojane sûcên xwe didomîne ji bo ku şêniyan neçarî koçberiyê bike. Di heman demê de siyaseta guhertina demografiyê dimeşîne da ku hegemoya xwe li ser herêmên dagirkirî mayende bike.”

Omer bi bîr xist ku artêşa Tirk rojane êriş herêmê dike û di encamê de sivîl, rêveberên sivîl û berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û QSD`ê dibin qurbanî.

Omer, beşedarên panelê li ser êrişîn dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê agahdar kirin û got: “Tirkiye ji 4`ê Cotmehê ve êriş dike, navendên stratejîk, binesazî, stasyonên petrol, gaz û kehrebeyê dike hedef. Ji ber wê bi milyonan welatî ji xwebatên bingehîn bê par man.”

Omer destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî rê li pêşiya sûcên Tirkiyeyê bigire û wiha pê de çû: “Ev êriş, li gor peyman û 4 lihevkirinên Cinêvê yên sala 1954`an, 2 protokolên wê yên sala 1977`an, sûcên şer in. Ev lihevkirin, banga parastina sivîlan û navendên stratejîk dike di dema şer de. Ji ber wê divê berpirsyariyên xwe yên qanûnî, exlaqî û mirovî bînin cih û rê li pêşiya sûcên barbarî yên Tirkiyeyê rawestînin. »

Omer bang li Partiya Karkerên Brîtanyayê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û got: “Partî dikare roleke çalak li ser asta pêşkêşkiriya piştgiriya siyasî û şerê li dijî terorê ji Rêveberiya Xweser re bilîze. Di heman demê de, bi qadî dikare fişarê bike ji bo ku sûcên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestin.”

Back to top button