ManşêtNûçe

Cenazeyên 7 şehîdên Hêzên Ewlekahiya Hundirîn li kantona Qamişlo hatin oxirkirin

Îro bi hezaran ji pêkhateyên kantona Qamişlo( bajarê qamişlo, navçeyên Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê) û gundewarên wê berê xwe dan bajarê qamişlo ji bo tevlîbûna merasîmê navendî yê veşartina 7 şehîdan ji pêkateyên qamişlo û navçeya Til Hemîs û Tirbespiyê li gorîstana şehîd Delîl Saroxan ku ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê hat orgenîaze kirin.

6 şehîdên ji Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê yên di êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Ekadîmiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li gundewarê Dêrikê di 8’ê cotmehê de şehîd ketin ( Salih El-Dendûş, Besam El-Hisên, Alan Nazim, Mehmûd El-Wero, Feyad El-Hedmol, Mihemed Şemdîn), li gel oxirkirina endamê Yekîniyên Parastina Gel Rêdûr Qamişlo ku li Dêra Zorê di 9’ê cotmehê şehîd ket.

Pêkhateyên kantona Qamişlo ji kurd, ereb, suriya û ermen û endamên saziyan, yekîtiyên îdarî û femînist û ciwan li gel şêx û rûsipiyên eşîrên kurdî û erebî, hiqûqnas, nivîskar û rewşenbîr tevlî merasîmê şehîdan bûn wekî din nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û partiyên siyasî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

Karwanê şehîdan ji hêla bi hezaran ji şêniyên kantona Qamişlo li qada gorîstana şehîd Delîl Saroxan hatin pêşwazîkirin, di nava hildana wêneyên şehîdan û berzkirina drûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Dema gihaştina karwanê şehîdan qada gorîstanê şêniyan drûşmeyên ( şehîd namirin, berxwedan jiyane) qîr kirin, merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.

Paşê hin gotin hatin kirin bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyîd axivî, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Omer axivî û li ser navê Partiya Yekîtiya Demmorat Asiya Abullah Axivî.

Hevserokatiya hevbeş a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Asiya Abdullah di gotinên xwe de îşaret kir: dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rastersat êrîşên hovane li dijî herêmê pêk tîne, çi di riya balafiran û hêzên xwe an di riya hin komên çeteyan weke DAIŞ û Cebhet El-Nûsra û ji xeynî wê ku komkujî li dijî gelê me pêk anîn bi pitşgiriya Tirkiyeyê.

Asiya Abdullah tekez kir ku Tirkiyeyê hewil dide ku sûd bigire ji aloziyên ku li cîhan û Rojhilata Navîn çêdibe bi taybet Sûriyeyê, di salvegera 25an a destpêkirina komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocelan û êrîşa dagrkeriya Tirk li ser Serê Kaniyê û Girê Spî êrîşên xwe zêdetir kir li dijî herêmê, bi armanca têkbirina pergala Rêveberiya Xwser û jiyana hevbeş û şoreşa jinê.

Ji bo armancên hedefgirtina Ekadîmiya Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê Asiya Adullah diyar kir: Endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê yên ku şehîd ketin perwerde dibirin ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbirê ku tên frotin di destê hêzên dîktatorî, û belavkirina wê di navbera gel û ciwanên me, şehîdên me ji bo parastina gel û ciwanên me têkoşîn dikirin.

Asiya Abdullah tekez kir ku riya yekane ji bo gelê herêmê berxwedan û têkoşîn e ji bo azadî, paastin û rêxistina xweserî, li ser vî esasî wê têkoşîn bê domandin li dijî tevahiya êrîşan.

Di dawî de wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û 5 şehîd ( Ehmed Xalid, Salih El-Dendûş, Besam El-Hisên, Alan Nazim û Mihemed Şemdîn) hatin oxir kirin, her du şehîd( Feyad El-El-Hemdûl) wê li navçeya Til Hemîs, û şehîd( Mihemed El-Wero) wê li navçeya Tirbespiyê yên girêdayî kantona qamşlo bên veşartin.

Back to top button