ManşêtNûçe

Malbatên şehîdên Minbicê: Divê civaka navneteweyî ji bo rêber Ocalan bi lez tev bigere

Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê hevserokê meclisê Rebî Izedîn li navanda meclisê, hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a sûcdar 15’ê Adarê ragihand ku rewşa tenduristiya rêber Ocalan ber bi xerabiyê ve diçe û destûr neda malbat û parêzerê rêber Ocalan ku hevdîtinê pê re pêk bînin.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Dewleta sûcdar tu girîngî nade daxwazên girêdayî naskirina rewşa Ocalan. Em weke malbatên şehîdan ji civaka navneteweyî û mafên mirovan dixwazin ku zextê li ser Tirkiyê bike da ku rêber Ocalan serbest berdin. Li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî, dema temenê kesê girtî ku cezaya muebed lê hatiye birîn 70 sal derbas bike û tenduristiya wî xerab bibe, divê serbest were berdan. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk rêzdarî li hemberî van qanûnan tev bigere û rêberê mirovahiyê sebest berde.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê civaka navneteweyî û mafên mirovan bi awayekî lezgin bikevin tevgerê da ku rêber Ocalan serbest berdin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û daxwaza azadiya rêber Abdulah Ocalan, bi dawî bû.

ANHA  

Back to top button