ManşêtNûçe

Kongreya Star banga zelalkirina rewşa rêber Ocelan kir

Bi armanca eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocelan Kongreya Star îro di dîroka 16’ê Adarê daxuyaniyek da raya gitşî û tê de bang li civakên navnetweyî û saziyên hiqûqî (CPT) kir, ji bo ku erka xwe ya wijdanî pêk bînin.

Daxuyanî wiha ye:

Ji bo raya giştî

Ji destpêka derktina tevgera rizgariya Kurdistanê û heta niha ew bûye armanc û hedefê dewleta Tirk a faşîst, ev yek jî diyar dibe bi hemû rê û rêbzan ji komkujiya navnetewî û heta pêkanîn siyastên birêxstinkirî ji bo qutkirina manewî di nabera gel û rêberê xwe de.

Ew rêberê ku bi fikir û felsefeya xwe her rêya gelê azadîxwaz ronî dike, taybet jina ku şensê herî mezin ji vê felsefê girt ji bo gihaştina maf û azadiya xwe roleke mezin list. Ev siyastên ku dewleta Tirk ya faşîst bi hemû cûreyên xwe berdewam dike ew tê wateya armancgirtina vîn û îradeya gel û jina ku nefesa azadiyê ji fikir û felsfeya rêberê netewa demokratîk birêz Abdullah girt, yê ku niha di derheqê wî de işkenceyên herî giran ji aliyê tecrîdê ve meşandin, ku ev /22/ sal in di nava zindanekî bi tenê de di girava îmraliyê de ye û mafên xwe yê herî biçûk wekî hevdîtina bi malbat û parêzerê xwe re ya ku (CPT) banga wê dike qutkirî ye. Ev qirêj pêkanîna rê û rêbazên dûrî mirovahiyê ku zirarekî bingehîne rêberê me ranaweste.

Nûçeyên ku duh di medaya dewleta Tirk de hate parvekirin ku rewşa tedurstiyî ya rêber Ocelan di xeterê de ye, diyare dike ku dewleta Turk komploya xwe di şexsê rêber Apo de berdewa dike, taybet ku heya niha hevdîtina rêber Apo biparêzer û malbata wî re nehatiye kirin. Ev jî gumanên me zêdedikin li ser tendurstiya rêber Apo.

Em jî Kongra Star hemû cihên peywendîdar bi lez bang dikin ku rastiya van nûçeyan ku dewleta Tirk belva kiriye bi zelalî derxîne ortê û demekî herî nêz de hevdîtina rêber Apo bi parêzer û malbata wî re çêbibe. Dîsa banga me ji bo civakên navnetweyî û saziyên hiqûqî (CPT) ji bo ku erka xwe ya wijdanî pêk bînin ku zextekê li ser dewleta Tirk bibe meşandin ku dest ji êrîşî û armancgirtina giştî gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd di kesayeta rêber Apo de berdin.

Dîsa banga me ji bo tevahî jinên Bakur û Rojihilatê Sûriyê, rêxstin û tevgera jinan di cîhanê de derketin qadan û daxwaza azadiya rêber Apo, em jî dibêjin têkoşîna me berdewam e heya em agahiyekê li ser tenduristiya rêber Apo bigirin û azadiya wî ye fîzîkê misoger bikin.

Azadî ji bo rêber APO

Bê serok jiyan nabe

Kordînasiyona Kongra Star

Back to top button