ManşêtNûçe

Li New Yorkê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk wêneyê Abdullah Ocalan

Li bajarên New York û New Jersey ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi ekranên LED wêneyên Ocalan hatin nîşandan.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên New York û New Jersey bi wesayiteke ji ekranê LED hate pîrozkirin.

Wesayita ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bû di ber Konsolosxaneya Tirk re derbas bû.

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat û bi giranî zarok, ciwan û jin tevlî bûn.

ANF

Back to top button