CîhanManşêtNûçe

Fînlandiya bi awayeke fermî bû endamê NATO’yê

Fînlandiya bû endamê 31’emîn a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO).

Pêvajoya endamtiya Fînlandiyayê ya NATO’yê bi avêtina îmzeyan temam bû. Bi vê yekê re Fînlandiya bû endamê NATO’yê ya 31’emîn. Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haaviston belgeyên tevlibûnê îmze kir û piştî ku radestî Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken kir, Fînlandiya bi awayekî fermî bû endamê NATO’yê.

Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistro li ser hesaba xwe ya Twîtterê peyamek parve kir û got ku di dîroka welatê wan de serdemeke nû dest pê dike û serdema bêalîtiya leşkerî bi dawî bû.

ANHA

Back to top button