ManşêtRojava

Li Ezazê jinek tevî zaroka wê hatin qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku li bajarokê Telalîn ê Ezazê jinek tevî zaroka xwe hatine serjêkirin.

Rêxistinê da zanîn ku jina bi navê Helîma Ebdurehman El Şilîlî ji gundê Mer Şorîn ê Idlibê ye û li Ezazê bi cih bûye. Beriya bên qetilkirin, ji aliyê hin kesên nenas ve li bajarokê Telalîn ê Ezazê hatine revandin. Cenazeyê wê û zaroka wê serjêkirî li gola Meydankê ye Efrîna dagirkirî hatine dîtin.

Rêxistinê destnîşan kir ku kesên Helîma revendiye, ji hevjînê wê Mutez Silêman El Şilîlî re ku bi navê Ebû Esed tê naskirin, nameyek şandiye û gotiye “Heke tu cenazeyên jin û keça xwe dixwazî, biçe Meydankê, beriya ku masî wan bixwin.”

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, tevliheviya ewlehiyê serwer e. Rojane sûc li dijî welatiyan tên kirin, bi taybet li dijî jin û zarokan.

Back to top button