DaxuyanîManşêt

Peyama sersaxiyê

Me bi xemgîniyek mezin agahiya şehadeta têkoşer û şoreşgerê Kurdistanê Rojnameger Seyîd Evran wergirt, yê ku ji bo xizmeta doza gelê xwe salên dirêj kar kir.

Em di nivîsgeha raghandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD tekez dikin ku windabûna rojnameger Seyîd Evran xesaretek mezin e ji her lêkolînerekî rastiyê û îsrara li ser berxwedan û rû bi rûbûna komployan yên ku li dijî doza gelê me tê çêkirin ber bi bidestxistina azadî û edaletê.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Seyîd Evran û hevlanê wî re dixwazin û soz didin ku em ê li ser riya raghandina azad û demokratîkê bimeşin ku bi dehan ji rojnameger li ser vê riyê li herêmên me gihan asta şehadetê.

Nivîsgeha raghandinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button