ManşêtNûçe

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê hevpeymana jin bê amadekirin

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif derbarê girîngiya hevpeymana civakî ya ji bo jinan û amadekariyên çêkirina hevpeymana jinê de ji ANHA’yê re axivî. 

Foza Yûsif hevpeymana civakî ji bo jinan wekî “gaveke gelekî girîng” nirxand û got: “Bi hevpeymana civakî re şoreşeke qanûnî û adalete çê bû. Destûrên heta niha bi zîhniyeta mêr dihatin çêkirin, lewma li ser jinan qanûnên mêr dihatin meşandin. Di vê peymanê de mafê jinan hatiye bicihkirin û erêkirin. Ev peymaneke azadiya di navbera jin û mêr de ye ku wê ev bibe destpêkek di avakirina pergala jin de. Di peymanê de maddeyek heye ku dibêje jin wê pergala xwe ava bike.”

Foza Yûsif destnîşan kir kul i cîhanê pergala zayenperest, desthiladar, dîktator û paşverû serwer e, lewma divê li dijî wekî jin pergala xwe ava bikin. Foza Yusif têkildarî pergala ku dê bê avakirin ev nirxandin kir: “Ev wê pergaleke demokratîk, ekolojîk, konfederal be ku hemû pêkhate bi awayekî azad karibin jiyana xwe bi rêve bibin û raste rast îradeya jin tê de hebe. Peymana civakî rêya vê vekir, ev gava yekemîn a destpêkirina avakirina pergala jin e. Di hemû qadên jiyanê de divê jin pergala xwe ava bikin. Pêrgala desthiladariya mêr, jin fetisandine, perçiqandine û tine kiriye. Ev pergal dijminatiya jinan dike, jinan dikujin, berbi xwekuştinê ve dikişîne, derûniya wan xirab dike, penaber dike, komkujî û destdirêjî dikin. Ev hemû nîşan didin ku pergala mêr nikare xizmeta azadiya jinan bimeşîne. Ji bo wê jî divê jin pergaleke li gor berjewendî, azadî, maf û hiqûqa xwe ava bikin. Divê jin destpêkê di nav xwe de xwe birêxistin bikin, hişmendiya azadiyê ava bikin, bi hevre têkoşîna avakirina vê sîstema demokratik û wekhev bimeşînin.”

Foza Yûsif, da zanîn ku ew amadekariyan hevpeymana jinê ku di Hevpeymana Civakî de wekî xalek hatiye diyarkirin dikin û ev agahî par ve kirin: “Ji bo avakirina vê pergalê em di nav nîqaşan de ne. Li gorî hevpeymana civakî, meclîs tê avakirin û ev meclis dibe wekî parlamentoya jinan û sîstema jinê. Li gorî hevpeymana civakî Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîste xwe ji nû ve ava bike û li gorî madeyên peymanê xebatan pêş bixîne.

Gorî hevpeymana civakî divê sîstema konfederal a jin ji niha şûnde bê birêxistinkirin û peymana civakî ya jin bê nivîsandin. Heger em wekî jin peymana azadiyê di nav xwe de ava nekin em nikarin mafê xwe bi zilam jî bidin qebûlkirin. Mixabin hîn jî jiyan û civaka me di nav zayenperestiyê de bi rê ve diçe. Her roj li ser jinan êriş hene. Bi rastî li herêmê gavên mezin hatin avetin, lê belê mirov nikare bibejê me hemû mafên xwe mîsoger kirine. Ji bo mîsogerkirina mafên xwe divê em pergala jin ava bikin. Divê meclîsên xwe yên jin ava bikin, bi awayekî demokratîk xwe birêve bibin û bi vê hêza demokrasiyê beşdarî Rêveberiya Xweser bibin. Bi aqilê jin beşdarî biryara bibin, bi nêrîna jin cîhanê şîrove bikin, bi pergala jin jî sîstema heyî demokratîze bikin.  Li gorî nîqaş û planê wê di van mehên pêşiya me de wekî tevgerên jin li ser esasê hevpeymana civakî plan çêbikin û starta destpêkirina vê pêvajoyê bidin.”

`DİVÊ EM BIBIN MÎNAK`

Foza Yûsif, anî ziman ku ger li Rojavayê Kurdistanê pergala jin bi temamî bê avakirin wê bibe gavek ji bo Konfederalîzma Demokratik a Jin a Cîhanê û got: “Divê em di avakirina pergala jin a cîhanê de roleke pêşeng bilîzin û bibin prototîpek (mînak destpêkê). Di cîhanê de gelek tevgerên jinan hene; divê ev tevger nav xebat û sîstemeke hevbeş de têbikoşin. Ji ber pirsgirêka jin pirsgirêkeke cîhanî û mirovî ye. Çawa ku di sedsaliya 20`an de enternasyolîzma cîhanî hate avakirin, ji bo jinan jî konfederalîzma demokratîk a cîhanî pêwîste. Di her alî de sîstema baviksalarî di cîhanê de riziya ye. Divê êdî jin ji vê sîstema têkçûyî re bibêjin `bes e` û bi yekdengî helwest nîşan bidin. Ji vê re rêxistin, perspektif, nêrîneke cîhanî ya jinan pêwîste. Hêza me di rêxistinbûna me de veşartî ye. Konfederalîzma demokratîk a jinan a cîhanê ku Rêber Apo behs kiriye, rêya rizgariya jinan e. Ger li hemberî vê sîstema baviksalar jin konfederalîzma demokratîk a cîhanê ava nekin wê nikaribin li ber xwe bidin. Çawa ku sîstema dewlet a mêr NATO, NY û tifaqan çê dikin, jin jî divê li dijî wê yekîtiya demokratîk ava bikin.”

‘BI DENG, RENG Û DAXWAZÊN JINAN EM 8`Ê ADARÊ BIXEMILÎNIN’

Foza Yûsif îşaret pê kir ku jin bi hişmendiya xwe ya azad dikarin cîhanî biguherînin ev bang kir: “Em 8`ê Adara 2024`an bikin pêvajoya destpêka avakirina pergala jin a demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Banga min ji bo tevahî jinan ew e ku em hemû qadên jiyanê bikin qadên berxwedanê. Bi her awayî dengê xwe dijî zilmê, zayenperestiyê, zordariyê bilind bikin. Jin dikarin bi hişmendiya xwe ya azad cîhanê biguherînin. Tevahî jinên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen, Ermen hwd. yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê xwedî li şoreşa xwe derbikevin. Em li her cihî bi deng, reng û daxwazên jinan 8`ê Adarê bixemilînin.” 

ANHA

Back to top button