ManşêtNûçe

KON-MED banga tevlîbûna çalakiya Newrozê kir

KON-MED’ê bi riya daxuyaniyekê banga başdarbûna çalakiya Newrozê kir ku wê li bajarê Frankfortê yê Elmaniyayê di 25’ê Adarê bê li dar xistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew Newroza îsal bi biryardariya hesabpirsîna ji rejîma faşîst a AKP-MHP’ê pêşwazî dikin û wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev Newroz wê bibe Newroza berxwedana civakî, Newroza ku li dora agir dengê edalet û aştiyê bilind dibe, Newroza ku bi milyonan kes bi êş û hêrsa erdhejê biherikin qadan.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Newroza îsal ku li sala 50’yemîn a têkoşînê rast tê. Newroza dema azadiyê ye. Sala 2023 wê bi têkoşîna Kawayan a li dijî Dehaqan, bibe sala berxwedanê.”

Di daxuyaniyê de bang li gel û dostan hate kirin ku li qadên Newrozê li ber zalim û zordestan rabin û li dora agirê Newrozê kom bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

“Em wek sîwana sazî û meclîsên gelê Kurd ên li Almanyayê, KON-MED, bang li her kesî dikin, ku li ser bingeha xurtkirina yekitiya neteweyî û parastina destketiyên civakî, bi dostên xwe yên şoreşger û demokrat, bi ruhê seferberiyê li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê, di 25’ê Adarê de li Frankfûrtê beşdarî Newroza Navendî ya Elmanyayê bibin.”

 

Back to top button