ManşêtNûçe

Civaka kurd li Lubnanê salvegera serhildana 12’ê Adarê bibîr tîne

Bi hevsengiya Partiya Yekîtiya Demokrat civaka kurd li Lubnanê serhildana 12 Adarê ya li Qamişlo bibîr anî, li gel lidarxistina çend civîanan li Beyrûtê, merasîmê bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo şehîdên 12’ê Adarê.

Piştre serhildan hate şîrovekirin û hate gotin ku ev serhildan bû komkujiyek û li ser destê  pergala ewlekariyê ya hikumeta Şamê di sala 2004’an de pêk hat, 18 sal desrbas bû li ser serhildana Qamişlo di 12’ê Adarê de, serhildan ji Qamişlo destpê kir û li tevahiya herêmê Rojava belav bû û gihaşt Şam, Heleb û dewletên Ewrpoayê, ev serhildan di encama siyasetên zordar û reftarên ne rewa û ne qanûnî de ji jêla rêjîma Sûriya ji demên kevin de çêbû, li dijî gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyeyê bi rê û rêbazên curbecur ji bo derbaskirina projeyên xwe yên niştimanî û nijadperestî li dijî gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyeyê pêk hat, di bîrnînê de tekezî li ser berdewamiya civaka Kurd di şopandina riya şehîdên ku bûne qurbaniyên vê êrîşê hate kirin.

 

Back to top button