ManşêtNûçe

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 147 de bi qonaxeke nû didome

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî ”, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.

Girtiyên azadiyê di 4’ê Nîsanê de ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 147 de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.

ANHA

Back to top button