ManşêtNûçe

Li Barcelonayê wê konserek ji bo Rêber Abdullah Ocelan were li dar xistin  

Di 28’ê Çileyê de li Barcelonayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî wê konserek li Barcelonayê ya ku paytexta Katalonyayê were lidarxistin.

Li gorî nûçeya ANF’ê siyasetmedarê Kurd Faruk Doru destnîşan kir ku konser bi piştevaniya dostên Kurdan, Platforma Azadî, Cîemen, komên piştevaniyê ên din, rêxistina civaka sivîl û partiyên siyasî ve tê lidarxistin û anî ziman ku di konserê de wê peyamên piştevaniyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên dayîn.

Siyasetmedar Faruk Dorû diyar kir ku ew ê konser bi dirûşmeya “Dona, Vida, Libertat! (Jin, Jiyan, Azadi!)” bi piştevaniya partiyên çep, sosyalîst û serbixwe ên parlemento û hikûmeta Katalonyayê li dar bixin û anî ziman ku hemû amadekariyên konserê temam bûne.

Ji Hunerkomê wê Diyar Dêrsim tevlî konsera piştevaniyê bibe. Her wiha hunermend Clara Peya, Ebri Knight, Las Bajas Pasiones, Lil Rusia, Adala û Mabel Flores wê derkevin ser dikê.

Konser wê 28’ê Çileyê saet di 19:00’an de li La Farga , Hospitalet de Llobregat were lidarxistin.

Back to top button