ÇalakîManşêtNûçe

Hevseroka Pyd’ê Asya Abdullah bi serokwezîrê spanya re civiya

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi şandeyekê pêre, li Spanyayê beşdarî Kongreya Enternasyonala Sosyalîst bûn.
Di kongreyê de banga piştevaniyê hate kirin.
Piştî kongrê Asya Abdullha bi Serokwezîrê Spanyayê Sanchez ya Partiya Komunîst a Çînê re civiya.
Aliyan êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmê gotubêj kirin.

Ji 23’ê Sibatê ve li li paytexta Spanyayê Medrîd Kongreya Enternasyonala Sosyalîst tê lidarixin.

Îbrahîm Muslim bi navê PYD’ê di kongreyê de axivî û balkişand ser aloziya li Sûriyê û got:

“Di 12 salan de bi sed hezaran kes hatin kuştin, birîndar bûn û bi milyonan koçber bûn.

Ji ber şerê li welêt hîmanên jiyanê bi temamî wêran bûn.

Lê belê partiya me di nav vê tevliheviya mezin de xwedî li rêgezên enternasyonala sosyalîst derket.

Em bawer dikin ku em ê bi vê re rêya çareseriyê peyda bikin.”

Muslim diyarkir ku ew hewil didin aloziya Sûriyê li gorî rêbazên demokratîk çareser bikin û banga piştgiriya siyasî û dîplomasî kir.

Piştî civînê Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah bi serokwezîrê Spanyayê Pidor Sanchez û berpirsê têkiliyên rojavayê Asyayê ya Partiya Komunîst a Çînê re civiya.

Di hevdîtinê de êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmê hatin goftûgokirin.

Back to top button