ManşêtNûçe

Di pêşangeheke Lîbyayê de pirtûk û parêznameyên rêber Ocalan hatin pêşandan

Zêdetirî 100 weşanxaneyên lîbyayî û erebî ji Misr, Urdun, Sûriya, Îmarat û Erebistana Siûdî tev li pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de, kurd bi beşdariya weşanxaneya Nefertîtî tev li pêşangehê bûn. Ji ber ku yekemîn weşanxaneya misrî ye ku pirtûkên kurdî yên ronakbîr û lêkolînerên kurd belav dike.

Mudirê weşanxaneyê Nefertîtî Seyd Ebdulfetah ji ANHA me re diyar kir ku weşanxane bi 70 serenavên cihereng girêdayî doza kurd tev li pêşanehê bûye.

Li gorî Ebdulfetah pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan di pêşiya lîsteya pirtûkan de ye ku pê tev li pêşangehê bûye.

Ebdulfetah destnîşan kir ku weşanxaneya Nefertîtî, kovarên Rojhilata Navîn a Demokratîk û Şermûla belav dike ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin. Her wiha diyar kir ku Rojhilata Navîn a Demokratîk; kovareke fikrî û siyasî ye û ji 7 salan ve li Misrê bi rêya Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qehîra tê weşandin. Şermûle jî, kovareke çandî ye ku bi zimanên kurdî û erebî tê weşandin.

Back to top button