ManşêtNûçe

​​​​​​​Kongra Star: Gelê Kobanê 133 rojan li dijî hovîtiya DAIŞʹê li ber xwe dan

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi boneya 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê daxuyaniya nivîskî weşand.

Kongra Star bi vê boneyê şehîd Arîn Mîrkan û Rêvana bi bîr anîn û got, di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvana de berxwedan jin îro bûye semboleke navdewletî.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star a Rojava wiha ye:

ʹʹÇeteyên DAIŞʹê sala 2014ʹan ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê bi piştgiriya dewleta Tirk bi tang û topên xwe êrişî Kobanê kir. Serokê dewleta Tirk digot Kobanê ket û wê bikeve, ji bîr kiribû ku gelê Kobanê xwe bi fikir û ramanên azad yên Rêber Apo perwerde kiriye.

Gelê Kobanê û şervanên azad 133 rojan li dijî hovîtiya DAIŞʹê li ber xwe dan, têkoşiyan û mohra xwe li serdema 21ʹ emîn xist. Ruhê piştevaniya gelê azadîxwaz û şervanên YPG û YPJʹê û îsrara di têkoşînê de, her wiha rola berxwedan sembolîk Arîn Mîrkan û Rêvana ya rihê xwedawendên Îştar û Înana zindî kirin.

Arîn Mîrkan û Rêvana li hember hişmendyên paşverû, destdirêjî, tundî, revandin û kolekirina jin teslîmiyet red kir û bi çalakiya xwe ya fedayî navê berxwdana Kobanê kir berxwedana jina azad û di şexsê Arîn Mîrkan û Rêvana de berxwedana jin îro bûye semboleke navdewletî. Berxwedana Kobanê ya ku bi serkêşiya YPG ê û YPJ ê bi pêş ket bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê. Ji lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî bi gelê Kurd û Kobanêre bi pêş xist û bû sedema hevpeymanên bi Koalisyona Navneteweyî re li dijî DAIŞʹê. Ev hevpeyman kete xizmeta mirovahiyê û DAIŞ hate tunekirin.

Lê belê vê carê dewleta Tirk xwest tola tunekirina û binkeftina DAIŞʹê hilîne û rûyê xwe yê rast eşkere kir û bi hemû rengên sîlahên qedexekirî û kîmyesal êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û dagir kir û hemû kiryarên dermirovî û derexlaqî li herêmên dagirkirî pêk tîne. Ji bo vê yekê divê helwesteke tund li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya ku destekê dide DAIŞʹê bê girtin û pêşî li xetereya li ser mirovahiyê bê girtin, ji ber ku DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilat û herêmên dagirkirî amadekariya êrişeke berfireh dike û xwe nû dike.

Banga me ji bo tevahî gelên azadîxwaz heye ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Rojava ku bi ruhê 1ʹê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê têbikoşin. Çawa ku hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAIŞʹê bûne yek û mirovahî ji vê xetereyê xilas kirin, pêwîst e îro jî ji bo rûmeta mirovahiya azad û ji bo tunekirina DAIŞʹê bi heman ruhî xwedî li Kobanê û şoreşa gelên azadîxwaz derkevin û destekdayîn bi hêzên QSD, YPG û YPJʹê re bê dayîn ”

ANHA

Back to top button