ManşêtNûçe

Dewleta Tirk bi hezaran darên zeytûnê talan kir

Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên Feyleq El Şam û niştecihên ku dewleta Tirk a dagirker anîne Efrîna dagirkirî nêzî 2 hezar û 500 darên zeytûnê û darên cur bi cur ên gundên Birc Heyder û Basûfanê birîne.

Li gorî çavkaniyan, darên welatiyên Kurd Mihemed Xalid Gule Xeyrî, Mihemed Osman Gule Xeyrî, Nebo Mihemed Gule Xeyrî, Omer Beşîr Gule Xeyrî, Ehmed Mehmûd Gule Xeyrî, Xelîl Nebo Gule Xeyrî, Zuhêr Xalid Gule Xeyrî, Osman Nebo Gule Xeyrî, Mihemed Hesen Hec Nasro, Hemed Kemal Hesen û Ednan Silêman Hesen hatine birîn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 5 sal in li ser şêniyên herêmê êşkence û zilmê dikin.

ANF

Back to top button