ÇalakîManşêt

Civîna salane ya rêxistina partiya me li Lubnanê hat li dar xistin

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh li Beyrûtê paytexta Libnanê civîna xwe ya salane li dar xist, bi beşdarbûna hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat Asiya Abdullah, endam û rêveberiyên partiyê li Lubnanê.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê.

Di civînê de raporên salane yên rêxistinî û rapora siyasî hatin xwednin, her wiha pêşketinên siyasî yên Sûriya bi giştî û bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet hate nîqaş kirin.

Paşê jî perspektîfên siyasî hate xwendin, rewşa civaka kurdî li Lubnanê hate nîqaş kirin, pirsgirêkên li pêşiya wan derdikevin, her wiha riyên aktîvkirina hemû enerjiyan li ser asta siyasî û dîblomasî, rawestandina li ser rewşa rêxistinî ji bo rêxistinkirina partiyê li Lubnanê.

Endamên partiyê li Lubnanê tekez kirin li ser bilindkirina têkoşîna demokratîk ya aştiyane.

Civîn bi hejmareke ji pêşîniyaran bi dawî bû.

Back to top button