ManşêtNûçe

Bîlançoya erdhejê li Sûriyeyê gihaşt 3 hezar û 559 mirî

Berbanga duşemê (6`ê Sibatê) bi pileya 7.7 li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û bakurê rojavayê Sûriyeyê erdhej çêbû.

Bîlançoya qurbanî û birîndarên erdhejê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî giran bû. Li gorî agahiyên ji wan herêman tên, zêdetirî 2 hezar û 166 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 950 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku bi sedan malbat di bin enqazan de ne û dibe ku bîlanço girantir bibe.

Wezareta Tendursitiyê ya girêdayî hikumeta Şamê jî ragihand ku ji ber erdhejê hetan niha hezar û 387 kesan jiyana xwe ji dset daye, 2 hezar û 326 kes jî birîndar in.

Tê destnîşankirin ku bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê tenê herêmên di bin kontrola wê de digire nava xwe.

Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 57 kes jî birîndar bûn.

Komîseriya Penaberan a NY`ê duh hişyarî dabû û gotibû ku ji ber erdhejê dibe ku 5.3 milyon kesên li Sûriyeyê bê cih û war bimînin.

ANHA

Back to top button