ManşêtNûçe

Şandeya perwerdeyê hevdîtinên xwe li Almanyayê didomîne

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik û Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif ji 6ʹê vê Sibatê ve hevdîtinan li Almanyayê pêk tênin.

Herdu nûnerên Rêveberiya Xweser duh bi berpirsê Sandîqeya Pêşeyî û Pergala Fêkirin û Perwerdeya Pêşeyî û endamê Sandîqeya Pêşeyî ya Navneteweyê (Deutscher Gewerkschafts Bund -GDB) Tomas Giessler û Koordînatorê Giştî ya Perwerdekirina Mamosteyên Zarokan Jorg Schroder re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinê de her du aliyan li ser veguhestina ezmûnan û pêşxistina dibistanên pêşeyî li hev kir.

Her wiha nûnerên qada  perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bi Komleya Kurdî ya Yekmal a li Almanyayê jî re  hevdîtin kir. Herdu aliyan li ser rola komeleyê di perwerdekirina zarokan bi zimanên cuda û rola malbatê di pêşxistina asta perwerdeyê li gel zarokan de kir.

Di hevdîtinê de mekanîzmeya xebatên komeleyê hat nîşandan.

Nûnerên perwerde yên Rêveberiya Xweser bi pisporê perwerdekirina mamosteyên zarokên pêş dibistan Andreas Berthold re civiya û li ser  rêbazên perwerdekirina zarokên pêş dibistan nîqaş kir.

Nûnerên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser wê heta 22ʹyê Sibatê li Almanyayê hevdîtinan bike.

ANHA

Back to top button