ManşêtNûçeRojava

Bi boneya salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê li navçeya Şedadê şahiyek hat li dar xistin

Bi beşdarbûneke gelêrî ji şêniyên navçeya ( Şedadê, Hol, Erîşa û Mergeda, Til Şariyr), şahiyek bi boneya salvegera salane ya damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê li salona werzîşê di nava bajarê Şedadê hat li dar xistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, piştre bi navê nivîsgeha Kongra Star ya Şedadê Emîra Saed çend helbest li ser berxwedana lehengên Gerîla û berxwedana rêbertî bi salane ve li hemberî binpêkirinên faşîzma Tirk bi lêv kir.

Piştre Rafat Derwîş endamên Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD gotinek kir û bal kişand li ser çend xalan, ya herî giring qehremaniyên gerîla û têkoşîna li dijî artêşa faşîzma Tirk li ser çiyayan, tevî zehmetiyên xwezayê, û lehengiya rêbetî ya taybet û îsrara wî li ser xwedîderketina bi pernesîbên azadî û rûmetê û bratiya gelan tevî cureyên îşkenceya derûnî û fîzîkî.

Şahî bi gerandina govendê li ser stranên şoreşgerî bi dawî bû.

 

Back to top button