ManşêtNûçe

Bi ruhê berxwedan û têkoşînê bi hezaran şêniyên Helebê damezirandina partiyê pîroz kir

Di bin drûşmeya(bi ruhê berxwedana Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ya ket sala xwe ya 46’an em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin).

Bi hezaran ji şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê salvegera salane ya 45’an damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz kirin, û soza xwe nû kirin bi bilindkirina berxwedana xwe û domandina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê.

Şahî li salona Star Layt ya taxa Şeqêf hat li dar xistin, bi hezaran şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tevlî bûn, wekî din endamên Meclisên Sivîl û civaka sivîl û partiyên siyasî.

Salon bi wêneyê têkoşerên jin û xortan hatin daliqandin, her wiha weneyên damezrînerên tevgerê, wêneyên rêber Abdullah Ocelan, wekî din al û sembolên tevgera azadiya kurdistanê, alên Yekîniyên Parastina Gel û Jin, pankartên li ser nivîsên drûşmeyên nûkirina soza bilindkirina berxwedanê û daxwazkirina azadiya rêbertî ya fîzîkî.

Bi hezaran ji şêniyan berê xwe dan cihê şahiyê, berî şahî destpê bike deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo cangoriyên azadiyê, piştre çend gotin hatin kirin ji hêla Bedran Rêzan bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, Remziya Salih bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan.

Di gotinan de salvegera damezirandina partiyê ya 45’an li ser şehîdên azadiyê û rêber Abdullah Ocelan û gelê Kurdistanê pîroz kir, û hêvî kir ku sala 46’an bibe misogeriya azadiya fîzîkî be.

Gotinan zelal kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê bi saya hewildanên rêber Abdullah Ocelan hat damezirandin, û fedekariyên ku zarokên gelê kurdistanî pêşkêş kirin, îşaret kir ku her kêliyek ji kêliyên damezirandina partiyê bi berxwedaneke mezin derbas bû, û têkoşînên xwe gihaştine sala 45 ji astên bilind ên destkeftî û serkeftinan. Gotinan soz dan li ser bilinkirina têkoşînê ji hêla gel ji tevahiya cîhanê ji bo daxwaz kirina azadiya rêbertî û bidestxistina saleke tijî serkeftin.

Rêveberiya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd bi çend komên govend yên gelêrî beşdarî şahiyê bû her wiha Koma çand û hunerê ya ku ji Reqayê ji bo pîrozkirina merasîma damezirandina partiyê hat, beşdar bû.

Şahî bi gerandina govendê ji hêla beşdaran ve bi dawî bû.

Back to top button