ManşêtNûçe

Bi boneya 8’ê Adarê Kongreya Star li Şehbayê civîn û semîner li dar xist. 

Li seranserî navçe û gundewarên kantona Şehbayê Kongreya Star a Efrîn-Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê ve” semîneran li dar dixe. Di semîneran de dîroka 8’ê Adarê, têkoşîn û berxwedana jinan di vê rojê de tê nasîn.

Derbarê semînerên ku tên dayîn de endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Şêrawa û jinên ku beşdar bûne nêrînên xwe bi ajansa NÛJINHA’yê re par vekirin.

Serhildan û têkoşîna azadiyê

Ji Koordinisyona Kongreya Star a navçeya Şêrewa Fehîma Îbiş bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê û ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê rojek pîroz e li gel me, em vê rojê li Rêber Apo yê riya têkoşînê li pêşiya me vekir û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em îro bi dirûşma Jin Jiyan Azadî di nav kolanan de ne û roja jinan a cîhanê pîroz dikin. Bi hatina 8’ê Adarê wek Kongreya Star me hemleyek dest pê kir ku di nava gel de Roja Jinê ya Cîhanê bidin nasîn û dîroka wê şîrove bikin. 8’ê Adarê roja serkeftin û azadiya jinan e. Têkoşîn û serhildana piştî şewitandina 129 jinên karkerên fabrîkayê bû sembola serhildan û têkoşîna azadiya jin. Em şopdarê pakrewanên xwe ne û xeyalên wan ê azadiya jinê ya di nav civakê de em ê pêk bînin. Em ê projeya Netewa Demokratîk pêk bînin û wekheviyê di nav civak û saziyên xwe de pêk bînin.”

‘Em ê jinê ji koletiya desthiladariyê rizgar bikin’

Leyla Reşo ku beşdarî semînerê bûye 8’ê Adarê pîroz kir û got: “Em 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî riya têkoşînê ji me re danî. Bi saya Rêber Apo îro jin ji koletiya desthiladar rizgar bûye û li azadiya xwe digere. Em derbasî semînerê bûne ji bo ku bêhtir dîroka 8’ê Adarê nas bikin. Em ê xwe bigihînin jinên ku hîna di nava adetên civakê yên şermê û wan ji vê çarçoveyê xilas bikin. Em ê li keda ku hatiye dayîn ji bo azadiya jinê xwedî derkevin. Divê her jinek di vê rojê de xwedî li azadiya xwe derkeve û vê rojê pîroz bikin. 8’ê Adarê roja jinan e. Em di vê rojê de soz didin ku em ê hemû jinan azad bikin û ji koletiya desthiladariyê rizgar bikin.”

Back to top button