ManşêtNûçe

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dewleta Tirk a dagirker wekî berpirsa astengkirina alîkariyan nîşan da 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) duh li ser malpera xwe ya fermî raporek weşand. Li gorî raporê, di navbera 9 û 22`ê Sibatê de hikumeta Şamê rê neda ku 100 kamyonên alîkariyan bikevin taxên Kurdan ên li Helebê. Di heman demê de komên çekdar ên “Opozîsyonê” ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin destûr neda ku 30 kamyonên alîkariyan derbasî Efrînê bibin.

Di raporê de nirxandinên Cîgirê Gerînendeya Nivîsgeha Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya girêdayî rêxistinê Aya Meczûb hatine dayîn. Aya destnîşan kir ku bi erdhejê re êşa bi hezaran kesên li Helebê girantir bûye. Aya anî ziman ku hikumeta Şamê û komên çekdar ên opozîsyonê mexdûriya xelkê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên taybet bi kar aniye.

‘TIRKIYE DAGIRKER E’

Aya, dewleta Tirk a dagirker wekî berpirsa astengkirina alîkariyan nîşan da û diyar kir ku ew li Efrînê jî dagirker e. Aya xwest ku astengî bên rakirin da ku alîkarî bigihêjin sivîlan.

Di rapora rêxistinê de wiha hate gotin: “Astengkirina alîkariyên mirovî ya ji ber sedemên siyasî, bandorên neyînî kirin, bi taybet bandor li tîmên lêgerîn-rizgarkirinê kirin ku pêwîstiya wan bi sotmeniyê heye. Divê hemû aliyên şer û di nav de hikuemta Sûriyeyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, girîngiyê bidin pêşwazîkirina pêdiviyên sivîlên ku zirarek mezin dîtibûn û mafê wan ê bidestxistina alîkariyan misoger bikin.”

Di rapora ku daneyên NY`yê yên têkildarî erdhejê hatin dayîn de ev agahî hatin parvekirin: “Li Sûriyeyê herî kêm 6 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, pêdiviya zêdetirî 8 milyon kesan jî bi alîkariya lezgîn heye. Ji wana, 4.1 milyon kes li herêmên bakurê Helebê yên di bin serweriya opozîsyonê de ne, 4 milyon kes jî li herêmên hikumetê ne.”

‘JI 2022`YAN VE DORPÊÇ LI SER ŞÊXMQSÛD Û EŞREFIYÊ HEYE’

Di berdewama raporê de hat bibîrxistin ku hikumeta Şamê ji Tebaxa 2022`yan ve dorpêçek giran daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nahêle sotmenî û pêdiviyên jiyanî bigihêjin gel.

Di dawiya raporê de nêrînên kesên di xebatên alîkariyê de cih gitine jî hatine parvekirin.

ALÎKARIYÊN RÊVEBERIYA XWESER JÎ HATIBÛN ASTENGKIRIN

Di raporê de nayê ka alîkariyên hatine astengkirin ên kê ne. Lê piştî erdhejê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin. Di encamê de 130 kamyonên alîkariyê û tankerên sotmeniyê ber bi herêma Heleb û herêmên dagirkirî ve hatin şandin, lê ji aliyê hikumeta Şamê û çeteyan ve hatibûn astengkirin.

 

Back to top button