Rêxistinên civaka sivîl derbarê komkujiya ku li dijî gelê Efrînê pêk hat li ser destê çeteyên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê li pêş avahiya xwe kom bûn û tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Yekitiya Karkeran Zeyneb Kenan daxuyanî xwend.
Di daxuyaniya rêxistinên civaka sivîl de hate gotin rewşa li herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rojane ji hêla tecawîzkirin, sûc, guhartina demografîk, qetilkirin û koçberkirinê zêde dibe.
Di daxuyaniyê de behsa têkçûna rewşa mirovî ya li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê hate kirin û hate destnîşankirin ku li Efrînê qirkirina gelê Kurd tê meşandin.
Her wiha rêxistinan got di şeva Newrozê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi navê koma Ehrar El Şerqiye 4 ciwan ji malbateke Kurd ji ber pêxistina agirê Newrozê qetil kirin. Ev sûcekî hovane ye û li eniya mirovahiyê şermek e.
Rêxistinan berpirsyariya vî sûcê hovane hilgirt ser dewleta Tirk a dagirker.
Di dawiya daxuyaniyê de rêxistinên civaka sivîl bang li NY, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildarî û dewletên herêmî kir ku bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî rabin û gelê Efrînê ji van komkujiyan biparêzin û ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xebatê bikin.