ManşêtNûçe

Saziyên civaka sivîl ên Helebê komkujiya Cindirêsê şermezar kirin

Endamên saziyên civaka sivîl ên Helebê li ber avahiya xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û der barê komkujiya li Cindirêsê de daxuyanî da. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Helebê Elaedîn Kalo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiya li Cindirêsê hat şermezarkirin û hate gotin: “Ev komkujî xaleke reş li eniya partiyên ENKSʹê ye, ji ber dagirkeriya Tirk û komên wê yên çete rewa dikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker, hêzên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê, dadgehên ceza yên navneteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berpirsên komkujiyê ye û wiha hate domandin: “Ev alî siyaseteke durû dimeşînin ji bo berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna gel pêk bînin.”

Saziyên civaka sivîl bang li hêzên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku dev ji durûtiyê berdin, erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî li hemberî sûcên ku li Efrînê têne kirin, bi cih bînin û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dikin, sûcên şer, sûcên qirkirina komî ya sîstematîk û sûcên dermirovî ne.”

Saziyên civaka sivîl ên Helebê bang li rêxistinên mirovî kir ku dewleta Tirk neçar bikin bila tevahî revandiyan serbest berde, Efrîn wekî herêmeke bêçek ragihîne, hemû komên çete jê werin derxistin û bi çavdêriya navneteweyî vegere ewle ya niştecihên resen mîsoger bikin.

Back to top button