Îro hevserokatiya hevbeş a Partiya Yekîtiya Demokratîk Asiya Abdulla, Salih Muslim û endama desteya hevserokatiyê di partiyê de Foza Yûsif pêşwaziya birêz Bafêl Telabanî serokê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî kirin.
Di hevdîtinê de li ser mijarên aramî û aştiyê li herêmê bi giştî hat sekinandin, her wiha hate destnîşan kirin li ser pêwistiya xurtkirina têkiliyên kurdistanî bi giştî di vê qûnaxa ku herêm û cîhanê tê de derbas dibe.
Hêjayî gotinê ku ev serdan di qûnaxeke siyasî hestiyar de tê, ku ya cara yekemîn e ya birêz Telebanî ji bo herêmên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriya.