ManşêtNûçeSûriya

Şertên Ewropayê ji bo avakirina Sûriyê

Nûnerê taybet ê Almaniyayê ji bo Sûriyayê duh twîtterek belav kir û tê de gotiye:

Yekîtiya Ewropa amade ye beşdarî avakirina Sûriyê bibe, li gor malpera “Nedaa Post”.

Wiha lê zêde kir: Almanya û Yekîtîya Ewropa amade ne ji bo nûavakirina Sûrîyeke geş, bi şertê ku aramî tê de pêk were bi awayê ku gelê Sûrî daxwaz dikin.

Yekîtîya Ewropa pabendbûna xwe bi sê xetên sor li Sûrîyê piştrast kirbû, ew jî ambargo, nûavakirin û vegerandina peywendîyên dîplomatîk in.

Beriya niha jî Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihandibû, ku Yekîtiya Ewropî têkiliyên dîplomatîk bi temamî bi Sûriyê re ji nû ve saz nake, û dest bi karê nûavakirinê nake heta ku veguheztineke siyasî ya rasteqîn û berfireh pêk neyê, li gorî biryara Meclisa Ewlehiya Navdewletî ya hejmara 2254.

Back to top button