ManşêtNûçePYD

Salih Muslim li ser hulguliyên hevdîtina bi Bafêl Telebanî axivî

Di dîroka 20’ê Berfanbarê de 2022’an serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafêl Telebanî bi pêşengê rêveberiya herêma navîn ya Kwalîsyona Navneteweyî serdana bakur û rojhilatê Sûriya kir, û hevdîtin bi pêşengê Hêzên Sûriya Demokratîk hat kirin, her wiha bi hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim û Asiya Abdullah û endama desteya hevserokatiyê Foza Yûsf.

Li ser hurguliyên vê hevdîtinê hevserokê hevbeş yê PYD Salih Muslim ji malpera me re zelal kir ku di hevdîtinê de li ser dozên hevbeş di navbera aliyên siyasî de behskirin û wiha ji me re got:

Têkiliyên di navbera me de weke Partiya Yekîtiya Demokrat û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê têkiliyên xurtin ji çend salan ve, ev serdana ji bakur û rohjhilatê Sûriya însyatîfeke baş bû ji hêla birêz Bafêl Telebanî, dozên hatin nîqaş kirin dibe ku bibe bingehek ji bo avakirina yekîtiya kurdî an kordînasyonek di navbera partiyên kurdê li her çar parçeyên kudistanê de.

Muslim destnîşan kir ku ev însyatîf ne tişteke ecîbe, dê birêz Celal Telebanî hewildida ku yekîtî û kordînasyonê di navbera aliyên siyasî Kurdistanî pêk bîne, wiha lê zêde kir:

Em weke partî bi vê serdana ku li ser dozên têkildarî her du partiyan û rewşa Sûriyeyê bi giştî û kurdî bi taybet hat behskirin serbilindin, em li ser rewşa kurdî ji hêla yekbûna partiyên kurdistanî çi li başûr an rojavayê Kurdistanê sekinîn, em bawrin ku dê ev serdan bibe însiyatîfek ji bo pêkanîna gelek mijarên din ji bo vê yekitiya ku gelê me yê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dixwaze bi dest bixe, em weke du aliyên siyasî kurdî têkoşîneke me hevbeş derbarê vê yekê heye, me tekez kir li ser helwestên xwe di riya pêkanîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî, û weke partî çalakiyên me hene di hundirê Kurditanê de û derveyî wê li ser asta cîhanê, her wiha nûnertiyeke mezin ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji hêla nûnertiyan û kadroyan li tevahiya Ewropayê heye, û me soz da li ser zêdebûna kordînasyonê di hewildanên me, kordînasyoneke berê di navbera me de hebû di warê sosyalîzma navdewletî de, û em weke du partiyên hevbeş di rêxistina sosyalîzma navdewletî de ku vê dawiyê kongreyê xwe li dar xist, û daxuyaniyek da di çarçoveya kar û barên kurdî di riya hewildanên me de, ku hevseroka hevbeş ya partiya me Asiya Abdullah tevlî vê kongreyê bû gotinek da.

Salih Muslim axaftina xwe bi van gotnan bi dawî kir:

Gelek civîn û hevdîtinên berfireh li Ewropa di navbera me de heye, û em hewil didin ku vê riyê kur bikin ne tenê di navbera her du partiyên me de, lê em dixwazin partiyên siyasî yên din tevlî van hewildanan bikin, em bi hêvî ne ku ev hewildan gelê me li başûr û rojavayê kurdistanê kêfxweş bike, û em ê berpirsyariya ku ketiye li ser milê me bi cih bînin.

Back to top button