Meclîsa Neteweyî ya Unione Popolare ya li Romayê ji bo piştgiriya Tevgera Azadiyê ya Kurd û PKK’ê peyamek weşand.
Peyam ji aliyê Koordînasyona Neteweyî ya Unione Popolare hate weşadin,
Di peyamê de işaret bi navê PKK’ê ya li ‘lîsteya terorê’ hate kirin û hate gotin, ev yek ji bo hikumetên Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê cihê şermê ye.
Unione Popolare hevkariya sûc a NATO, Yekîtiya Ewropa û hikumetên Ewropayê ya bi rejîma Erdogan re şermezar kir, û wiha hate gotin: Ev rejîm bi hefteyan e bombeyan li Rojava dibarîne û li dijî berxwedana Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne.
Em dixwazin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û mafê penaberiyê yê Kurdan ên li welatên Yekîtiya Ewropayê bêne misogerkirin.”