ManşêtNûçe

Meclisa Giştî ya PYD banga tevlîbûna hemleya qedexeya qada hewayî kir

Rêveberiya Xwseriya Demokratîk her dem çareseriya guncaw e ji bo pirsgirêka Sûriya û projeya yekemîne ji bo avakirina Sûriya Demokratîk pirrengî ne navendî, û ji bo parastina ewlehî û aramiyê bi hevkariya tevahiya pêkhateyên di rêvebirina herêmê de. Lê dewleta Tirk a dagirker her dem hewildide ku îradeya gel û pêkhateyên herêmê têk bibe di riya dagirkerî, tehdîd û avakirina kaosê li herêmên herî bi ewle û aram li Sûriya, bi vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriya hemleya Haştagê derxist, wê ev hemleya di 11 berfanbarê destpê bike, ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya û rawestandina mekenîzmeya şerê Tirkiyeyê ji tehdîda gelê me.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, bang li tevahiya endam û alîgirên partiya me dikin, tevahiya gel û dostên me ku tevlî vê hemleyê bibin û dengê xwe bighînin tevahiya cîhanê ji bo daxwazkirina ferzkirina qedexeya hewayî û rawestandina terorê ku herêmên me tehdîd dike ku nûnertiya terora dewleta Tirk dike.

Back to top button