Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Hezîrana 2022`yan de bi şev û roj gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrîna dagirkirî û gundên kantona Şehbayê, bi çekên giran û navîn bê navber hedef girtin.
Bîlançoya mehekê wiha ye:
1’ê Hezîranê bi şev û roj hirşê Sonaxekê, Meyasê, gundê Mezin, Tinib, Şewarxak, Bênê û Aqîbê yên Şehba û Şêrawa bi zêdetirî 40 guleyên obîs û bi doçka hatin topbarankirin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
2’yê Hezîranê, bi şev û roj gundên Îrşadiyê, Tinib, Şewarxa, Aqbê, Bênê, Xirbêt Şealê, Alqemiyê, Til Eneb ên Şehba û Şêrawa bi zêdetirî 30 guleyên hawin û obîsan hatin topbarankirin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
3’yê Hezîranê bi şev û roj gundên Miniq, Eyn Denqê, Bêlûniyê, gundê Mezin, Bendava Şehba û Bênê yên Şehba û Şêrawa bi 25 guleyên hawin û 50 guleyên obîsan hatin topbarankirin. Her wiha balfirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
4’ê Hezîranê gundên Tinib, Şewarxa, Malikiyê, Tepê Bênê, Til Rifet, Um Hoş, Um Qura, Eyn Deqnê û Til Medîq ên Şehba û Şêrawa bi 70 guleyên obîs û doçka hatin topbarankirin, her wiha balafirên keşf û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
5’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Soxanekê, Malikiyê, Merenaz, Samûqa, Um Hoş û Eyn Denêg û benda Şehbayê yên Şehba û Şêrawa bi 120 guleyên obîs û doçka hatin topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfî û şer li ser Şehba û Şêrawa gerîn.
6’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Malikiyê, Tinib, Kibêşîn, Hirbil, Um Hoş, Til Rifet û Dêr Cemal ên Şehba û Şêrawa bi 19 guleyên bombetar û 60 guleyên obîsan hatin topbarankirin. Her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa gerîn.
7’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Tinib, Kilûtiyê, Merenaz, Şewarxa, Um Hoş, Hirbil, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawa bi 30 guleyên obîs û doçka hatin topbarankirin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
8’ê Hezîranê, bi şev û roj gundên Tatmeraş, Tinib, Merenaz, Bênê, Um Hoş, Şêx Îsa û Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawa bi 50 guleyên obîs û doçka hatin topbarankirin. Her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
9’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Tinib, Tatmeraş, Meyasê, Malikiyê, Merenaz, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawa bi 18 gule hawin û 30 guleyên obîs û doçka hatin topbarankirin. Balafirên keşfê û şer jî li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
10’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Tinib, Tatmeraş, Merenaz, Şewarxa, Kilûtê, Bêlûniyê, Şêx Îsa û Um Hoş ên Şehba û Şêrawa bi 10 gule obîs û doçka hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
11’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Til Cîcan, Samûqa, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Merenaz û Malikiyê yên Şehba û Şêrawa bi 15 gule hawin û 40 gule obîs û doçka hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
12’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Merenaz, Malikiyê, Tatmeraş, derdora Bênê, Soxanekê, Miniqê, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehba û Şêrawa bi 20 gule obîs û doçka hatin hedefgirtin.
13’yê Hezîranê bi şev û roj gundên Merenaz, Şewarxa, Tinib, Aqîbê, Bênê, Um Hoş, Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehba û Şêrawa bi 18 gleyên hawinan hatin hedefgirtin. Her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
14’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Merenaz, Bênê, Malikiyê, Til Enib, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawa bi 10 guleyên hawin û 50 guleyên obîsan û doçka hatin hedefgirtin, her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa giriyan.
15’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Tinib, Aqîbê, Malikiyê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Til Enib û Um Hoş ên Şehba û Şêrawa bi 17 gule tank û 27 gule obîs hatin hedefgirtin, her wih balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
17’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Til Cîcan, Soxanekê, Bênê, Merenaz, Bêlûniyê, Şewarxa yên Şehba û Şêrawa hatin topbarankirin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
18’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Şêx Îsa, Til Enib, Zîwan û Soxanekê yn Şehba û Şêrawa bi 19 guleyên hawinan hatin topbarankirin, her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
20’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Malikiyê, Hirbil, Um Hoş, Bêlûniyê, Tatmeraş û Soxanekê yên Şehba û Şêrawa bi 45 guleyên obîsan hatin topbarankirin, her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
23’ê Hezîranê bi şev û roj hirşê Soxanekê, gundên Bênê, Aqîbê, Wehşiyê û Til Qerah ên Şehba û Şêrawa bi 25 guleyên obîsan hatin topbarankirin, her wiha balafirên keşfê û şer li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
25’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Kiştar, Zirneîtê, Bênê, Tatmeraş, hirşê Soxanekê û Soxanekê yên Şehba û Şêrawa bi 150 guleyên obîs û hawinan hatin topbarankirin. Her wiha balfirên keşf li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
26’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Tinib, hirşê Soxanekê, Bênê û Aqîbê yên Şehba û Şêrawa bi 17 guleyên hawin û obîsan hatin topbarankirin. Her wiha balafirên keşfê li ser Şehba û Şêrawa geriyan.
27’ê Hezîranê bi şev û roj Aqîbê yê Şêrawa bi 173 guleyên tank, obîs û hawinan zeviyên gund hatin hedefgirtin.
29’ê Hezîranê bi şev û roj gundên Kiştar, Zirneîtê, Bênê, Tatmeraş, hirşê Soxanekê, Aqîbê, Merenaz, Malikiyê, Burc Qasê, Bêlûniyê, Nêrebiyê, Zîwan, Şealê, Til Enib û Radarê bi 419 guleyên tank, obîs û hawinan hatin hdefgirtin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser Şehba û şêrawa digerîn.
30’yê Hezîranê bi şev û roj gundê Um Qura yê Şehba bi 15 guleyên obîsan hate topbarankirin.
Di encama topbarana li ser gundê Um Qura welatiyek birîndar bû û her wiha erebeya wî hate şewtand. Her wiha girêdayî wê jî zeviyên gundên şêrawa hatin şewtandin.
Ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser balafirgeha Miniqê ya girêdayî herêma Şehbayê 2 leşkerên hikumeta şamê jiyana xwe ji dast da û leşkerek jî birîndar bû.
Topbarana li ser gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa jinek di destê xwe birîndar bû.
2 caran balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Til Rifatê bombebaran kir, di encama wê de malên sivîlan hatine hedefgirtin û zirarên madî çêbûne, û cihê klînîka textorê dirana hat topbaran kirin.
Hêjmara giştî guleyên ku li herêmê ketine: 1810
Guleyên Obîs 1000
Guleyên Hawan 600
Guleyên Tang 210
ANHA