Berdevkê wezareta Misrê Ehmed Hafiz diyar kir ku der barê destwerdana Tirkiyê ya li kar û barên dewletên ereb de ku aloziya wan kûrtir û girêktir bike, matmayî ma.Her wiha Hafiz wiha got ku destwerdana Tirkiyê ne ji bo çareseriyê lê belê ji berjxwendiyên xwe û hilweşîna dahatûyên gelê Tirkiyê ye.
Misir destwerdana Tirkiyê ya siyasî û leşkerî li dewletên ereb red dike ku ev ne li gorî belgeyên rewa ne û li dijî biryarên Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî ne, çi li Iraq, Sûriyê çi jî li Lîbyayê.
Her wiha Hafiz tekez kir ku gelên Ereban ji çi hewldan û berjewendiyên ku kesên dixwazin wan li gorî berjewendî û hedefên xwe bi rê ve bibe, red dikin.