ManşêtNûçe

TEV-DEM têkildarî salvegera destpêka êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrîn daxuyaniyek da

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 5’emîn salvegera destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Efrînê de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Berî 5 salan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe hewl dan gelê herêmê yê resen qir bikin. Bêdengiya civata navneteweyî li gor xwe bi kar anîn, ku wê jî ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî yên qirêj, çav li ber sûcên li dijî şêniyên Efrînê hatin kirin, girt. Di encamê de Efrîn bû qurbana siyasetên pergalên faşîst û dîktator.

Piştre Efrîn veguhastin navendeke terorê û komên çete, di serî de komên ku di lîsteya navneteweyî ya terorê de ne.

Di 20’ê Çileya 2018’an de artêşa Tirk a dagirker êrişa herî giran li dijî herêma Efrînê da destpêkirin ku tê de hemû cureyên çekên hewayî û bejayî bi kar anîn û gelek komên çete beşdar bûn. Bi armanca ku binesaziya herêmê û ewlehiya wê û îrade û berxwedana gelê wê têk bibin, her wiha ji bo pêkanîna xewn û armancên xwe yên di herêmê de demografiya herêmê guhertin, mêtingeh ava kirin, dar qut kirin, mal û milkên welatiyan, şûnwarên li Efrînê talan û wêran kirin. Xelkê wê revandin, kuştin û koçer kirin.

Efrîn bi şênî û hemû pêkhateyên xwe dê her xwediya berxwedana serdemî ya herî mezin be. Berxwdana ku gelên cîhanê şiyar kirin. Ev berxwedan jî heta niha didome û dê heta misogerkirina vegereke ewle ya Efrînê bidome.

Dorpêça ku hikumeta Şamê, topbarana rojane ya artêşa Tirk a dagirker a li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê û îsrara herdu rêjîman ku lihevkirinên nû pêk bînin, nîşan didin ku siyasetên wan ên şofanîst ên li dijî îrade û berxwedana gelê Efrînê têk çûne.

Em bang li hemû sazî û rêxistinên civaka sivîl û hemû rêxistinên navneteweyî yên bi mafên mirovan re têkildar û raya giştî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku li hember dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser zarok, temenmezin û hemû koçberên Efrînê yên li Şehbayê, helwestên cidî û tund nîşan bidin.

Her wiha em bang li hemû hêzên siyasî û niştîmanî yên herêmê dikin ku bi rêya helwestên siyasî yên exlaqî destekê bidin gelê me û zextê li hikûmetê bikin ku dorpêçê bi dawî bike û dawiya dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û tevahiya deverên dagirkirî bînin.”

Back to top button