ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Teqînên li Serîlankayê DAIŞ li pey bû  

Êrîşên hevdem ên Serîlankayê ku di pîrozbahiyên paskalyayê de hatibûn kirin û bêhtirî 310 kesan jiyana xwe ji dest dabû, rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girt.

Li gor nûçeya lezgîn a Reutersê berpirsiya êrîşên dêr û otelên li Serîlankayê ku 310 kesan can dabûn û bêhtirî 500 kes jî birîndar bibûn, rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girtiye hewiha DAIŞê li ser malpera ajansa xwe Amakê berpirsiya êrîşan girt ser xwe û ragihand ku ji bo propagandayê ew êrîş hatine kirin.

Rayedarên Serîlankayê jî di daxuyaniyên xwe de, ji bo êrîşan rêxistina bi navê Cemaeta Tewhîd a Netewî tawanbar dikin li gor rayedarên Serîlankayê êrîşên ser dêr û otelan di dema paskalyayê de, bersiva êrîşa Zelanda Nû ya bi ser mizgeftan e ku mehek berê ew êrîş encam dabû.

Back to top button