DaxuyanîManşêtNûçe

Kongireya Star ji civaka navneteweyî re xwest ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deyne

Bi boneya salvegera Komkujiya Ermenan ku di encamê de zêdetirî milyonek û nîv Ermen ji aliyê dewleta Osmanî ve hatin qetilkirin, Kongireya Star daxuyaniyek da û got Efrîn dê bibe dawiya rûxandina fikrên dîktatorî.

Kongهreya Star di daxuyaniyê de got dewleta Tirk dîrokeke xwe ya tijî komkujî û binpêkirinên dermirovî heye û wiha dewam kir: “Sedsalek e ku dewleta Tirk qirkirin, binpêkirin, qikirina etnîk û guhartina demografîk ji serdema Împaratoriya Osmanî ve pêk tîne. Di Komkujiya Sefo (komkujiya li dijî Suryanan) de, yek ji komkujiyên ku der heqê kêmneteweyan de di 24`ê Nîsana 1915`an de, dewleta Osmanî sûcekî herî mezin di dîroka mirovahî de pêk anî. Di encamê de milyonek û nîv Ermen bi biryara sultanê Osmanî Abdulhemîdê Duyemîn hatin qetilkirin.”

Kongreya Star di berdewama daxuyaniyê de got siyaseta Tirkiyê ya qirker heta niha dewam dike û destwerdana di axa Sûriyê de li Cerablûs, Bab, Idlib, Ezaz û Efrînê didomîne û destekê dide terorê û hewl dide demografiya Efrînê biguherîne.

Kongreya Star got Efrîn dê bibe destpêka têkbirina fikra dîktatorî.

Kongreya Star di dawiya daxuyaniya xwe de ji civaka navneteweyî xwest ku hikumeta Tirkiyê li ser sûcên ku li dijî gelan kirine, hesab jê bipirse û sînorekî ji siyaseta dewleta Tirk û serokkomarê wê Recep Tayyîp Erdogan re deyne.

Back to top button